Siyasetmedara Kurd Feryal Clark li Brîtanyayê bû parlamenter

05-07-2024
Nîşan Feryal Clark Kurd Brîtanya Parlamenter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara Kurd Feryal Clarka ji Meletiya Bakurê Kurdistanê li Brîtanyayê bû parlamenter.

Li Brîtanyayê Kamaraya Ewaman bi hilbijartinan diçe parlamentoyê û doh endamên wê hatin hilbijartin.

Li gorî encamên ku heta niha hatine, Partiya Karkeran 410 kursî standin û bi ferqeke zêde bû yekem.

Partiya Mihafezekar a Rishi Sunak a ku berê 365 kursiyên wê hebûn tenê 131 kursî standin û bû duyem.

Partiyê Reform UKyê ya ku ji rasgirên fanatîk pê tê 13 kursî, Partiya Lîberal a Demokrat 61 kursî, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê 10 kursî û Partiya Keskan jî 2 kursî standin.

Feryal Clark cara duyem hat hilbijartin

Jina Kurd Feryal Clark ji lîsteya Partiya Karkeran hat hilbijartin û bû parlamenter.

Feryal Clark sala 2019an li Enfielda Bakur bûbû parlamentar û careke din bû parlamentara heman herêmê.

Feryal Clarka 45 salî 21 hezar û 368 deng standin û bi rêjaya ji sedî 49,1 hat hilbijartin.

Chris Deyê ku rikeberê herî nêzîk ê Feryalê bû ji sedî 19,8ê dengan standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst