SÛDAN - Welatiyên nexweş ên ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê dikin

05-07-2023
RÛDAW
SÛDAN - Welatiyên nexweş ên ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê dikin
SÛDAN - Welatiyên nexweş ên ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê dikin
Nîşan Sûdan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Sûdanê asê mane ku di nav wan de nexweş jî hene bang li rêxistinên mirovî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji Sûdanê bên derxistin.

Hîn bi sedan welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane, 25 malbat ji wan li bajarê Bor-Sûdanê ne, bi riya Rûdawê bang dikin ji wî welatî bên derxsitin.

Di nav welatiyên Kurd de gelek nexweş ku di nav de zarok jî hene û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye divê bilez û bez bên dermankirin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Elî Mislim ku ew jî li Sûdanê asê maye ji Rûdawê re axivî û dibêje, rewşa wî zarokî gelek xerab e.

Elî Mislim her wiha got, niha 25 malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku ji Kobanî ne li bajarê Bor Sûdanê asê mane, bi dehan malbatên din jî berê xwe dane wî bajarî.

Ji ber rewşa şerê navxweyî yê li Sûdanê xelkê ku asê mane û dereng gihiştin Bor Sûdan, bang li Serok Mesûd Barzanî dikin ku wan jî ji Sûdanê derxin û bibin Hewlêrê.

Li aliyê din li Sûdanê di malekê de 10 malbatên Rojavayê Kurdistanê di reweşeke pir xerab de tê de dijîn bang dikin ku hawara wan bên û wan ji Sûdanê vegerînin.

Di nav kesên li Sûdanê asê mane gelek nexweş hene. Ev zarokê nexweş navê wî Mihemed Idrîs Hacî Mislim û ji Kobanê ye. Diya wî zarokê nexweş Xedîce Hemed Xan dibêje, pêwîstiya kurê wê bi Oksicînê heye, rewşa wî xerab e, û bang dike ku ji Sûdanê bên derxistin.

Li tenişta Diya Mihemed jî nexweşeke din heye, navê wê Nedîme Mihemed Hemîd e, ew jî ji Kobanê ye.

Nedîme dibêje, doktor textîta dilê wê dixwazin, lê nikare çêbike, ji ber ku li Bor-Sûdanê tune ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst