Li Yunanistanê kampa penaberên Kurd hat valakirin

05-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Yunanistan Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Yunanîstanê, îro li Atînaya paytexta wî welatî bi ser kampa penaberên Kurd de girtin û penaber ji kampê derxistin.

Li gor Rojnameya Prinê ya Yunanistanê, îro 5ê Temûzê polîsên wî welatî bi ser kampa Lavrio de girtine, ku welatiyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê de diman girtine û kamp bi zorê vala kirine.

Kampa ku sala 1947an hatibû avakirin, bi hinceta “ji bo cihê manê ne guncav e” hatiye valakirin.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, 26 mêr, 8 jin û 19 zarok bi tevahî 53 Kurdên ku wek penaberên siyasî li kampê diman bo avahiyên Wezareta Penaberiyê û Koçê hatin veguhestin.

Polîsê Yunanistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Valakirina avahiyê di hawîrdoreke aram û bêyî ti rûbirûbûnekê, bi mebesta dabînkirina şert û mercên jiyanê yên baştir ji bo mirovan hatiye kirin, ji ber ku avahiyeke ji bo jiyanê ne guncaw e.”

Tirkiyê pêştir gelek caran ji hikûmeta Yunanistanê daxwaz kiribû ku Kampa Lavrio bê girtin û ew kamp di navbera her du welatan de bûbû sedema nîqaşan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst