Rûsya daxwazê ji Îsraîlê dike “bê merc” êrîşên ser Sûriyê rawestîne

05-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê êrîşa roja Şemiyê ya Îsraîlê bo ser Sûriyê şermezar kir û daxwazê jî dike “bê merc” êrîşên ser wî welatî rawestîne.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de dibêje: “Em bi dijwarî kiryarên neberpirsyarane şeremezar dikin ku serweriya Sûriyê û prensîpên bingehîn ên yasayên navdewletî binpê dikin. Em daxwaz dikin yekser û bê merc bên rawestandin.”

Roja Şemiyê çen mûşek li başûrê bajarê Tertûsê yê Sûriyê ku dikeve ser Deryaya Spî, ketin xwarê. Sûriyê, Îsraîl tohmetbar kir û got ku ev “binpêkirina esmanê welat e.”

Îsraîlê di vê derbarê de ti daxuyanî nedan û ev yekem êrîş e ji dema Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid bûye serokwezîrê karbirêker ê wî welatî.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, di êrîşa ser Tertûsê de du kes birîndar bûne û zerara maddî jî çêbûye.

Berê Îsraîlê êrîşî navçeyên cuda yên Sûriyê kiriye, herwiha hişyarî jî daye ku li her cihekî wî welatî pêgehên Îranê û Hizbullaha Lubnanê bên dîtin, ew dê bikin armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst