Navenda Nûçeyan - Endameke perlemanê Ewropa ragihand, Portugal dê 470 penaberên Kurdên Êzidî werbigre.
Parlamentera Partiya Komunîst li Parlementoya Eweropayê Anna Gomes ragihand Portugal amadeye pêşwaziyê li 470 penaberên Kurdên Êzîdî bike.
Di konifranseke rojnamevanî de Anna Gomes ku Endama Komîteya Azadiyên Sivîl e li Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku, Kurdên Êzidî li ser destê DAIŞê rûbirûyê kuştina hovane bûne.
Gomes eşkera kir, hikûmeta Portugalê razîbûye ku 470 kesî ji Kurdên Êzidî yên kampa Îdomînî ya Yûnanistanê werbigre.
Di Sibata borî de Portugalê pêşniyara wergirtina 10 hezar penaberan kiribû, lê heta niha bi tenê 452 penaber wergirtne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse