Wezîrên Îxwan xwe ji hikûmeta Misrê vekişandin

05-07-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn 9 wezîrên Partiya Dad û Azadiyê ya Îxwan Muslimîn wek nerazîbûnekê li hember dûrxistina Mihemed Mursî ji serokatiyê, dest ji kar berdan. Her wiha alîgirên Mûrsî xwe ji bo xwepêşandanê amade dikin.

Li gor nûçeya malpera Îxwan Muslimîn, her 9 wezîran di daxuyaniyekê de gotin, dest ji kar vekişandina wan li dijî kodetay leşkerî ye û wek rêzgirtinekê li îradeya gelê Misrê.

Li aliyê din, `Hevpeymaniya Piştgirtiya Şerîetê` ya ku Îxwan Muslimîn rêberiya wê dike, banga xwepêşandanên sertaserî li dijî kodetaya leşkerî kir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de bang li gelê Misrê kir ku piştî nimêja înê bi awayekî aştiyane dakevin cade û kolanan û girtinên siyasî û kodetayê red bikin.

Roja çarşemê, artêşa Misrê bi piştgiriya opozîsyon, muftî û patryerkê Misrê, Mihemed Mursî ji ser posta serokatiyê rakir û serokê Dadgeha Destûrî Edlî Mensûr ku duh sûnda yasayî xwar, li şûna Mursî wek serokê demkî diyar kir.

Îxwan Muslimîn ev yek wek kodetayeke leşkerî da zanîn û got ew ê li dijî wê bisekine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst