Jineke Kurd li Netewên Yekbûyî behsa girtiyên Kurd li Sûriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li avahiya Netewên Yekbûyî li New Yorkê rewşa girtiyan li Sûriyê hat gotûbêjkirin û çalakvaneka Kurd a ji Qamişloyê Necah Hêvî Melek jî ku bo civîna NY hatibû vexwendin, behsa girtiyên Kurd li Sûriyê kir.

Netewên Yekbûyî 4 jinên Sûrî vexwendibûn baregeha xwe ya sereke li New Yorkê, ji bo ku behsa rewşa girtiyên li Sûriyê bikin. Yek ji wan jinan Necah Hêvo Melek, jineke Kurd a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Necah Melek ku parêzer û Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê ye û niha li Almanyayê dimîne, di gotara xwe de li avahiya Netewên Yekbûyî behsa girtiyên Kurd li Sûriyê kir û got, heta niha gelek girtiyên Kurd ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine girtin ne diyarin û kesek tiştekî li ser wan nizane, parêzer Hisên Îso jî weke nimûne nîşan da.

Necah Melek got, di serhildana 12ê Adara 2004an de 2000 Kurd ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin û hatin îşkencekirin.

Wê çalakvana Kurd gotara xwe wiha destpê kir: “Ez Necah im, Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê. Ez ji ber rêjîma Esed reviyam û penaberî Ewropayê bûm, piştî ku min projeyên guhertinê li xir pêşkêş kiribûn, ez hîn otomobîlên rêjîma Esed li pêşiya çavên xwe dibînim ku bi dû min dikevin daku min desteser bikin, ev otomobîl ku çavkaniya tirsê bûn. Ez yek halet ji hezaran kesên kurd li sûriyê me, yên ku hinek ji wan zindanê hatine berdan, piştî ku bi tohmeta terorê hatibûn girtin û îşkencekirin. Gelek kes ji wan hîn ne xuyane, wek parêzer Hisên Îso ku di temenê xwe yê 64 salî de hatibû girtin ji ber helwestên wî yên siyasî, jibo guhertinê di 2012an de. Rewşa wî wê demê nexweş bû û malbata wî hîn di rewşeke xerab de ye.

Ji destpêka avakirina yekem partiya Kurd li Sûriyê, heta serhildana Kurdî li Sûriyê ku tê de bi hezaran Kurdên Sûriyê hatin girtin, kurd rastî binpêkirinan di zîndanên rejêmê de tên, sala 2002an di serhildana Kurdî de li Sûriyê zêdetirî 2000 Kurd hatin girtin, hemû jî rastî binpêkirinên mezin hatin, hinek ji wan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dan û hinek jî heta niha çarenivîsa wan ne diyare.”

Di wê civînê de ku li Encûmena Asayişa Navdewletî birêve çû, behsa kesên wendabûyî û kesên girtî yên li Sûriyê hate kirin.

Niha hejmareke rêkxistinên Sûrî navên kesên wendabûyî û girtiyan tomar dikin.

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di salên şerê navxweyî yê Sûriyê de 102.000 kes wenda bûne.

Li gor heman çavkaniyê, ji wê hejmarê, 86.000 hezar kes ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine revandin û girtin, 10.600 kes ji aliyê DAIŞ û Cebhet El Nusre ve hatine revandin, 2.500 kes ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û 2.216 kes ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatine girtin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiriye, 489 kes ji wan girtiyan û wendayan ji aliyê hêzên hikûmetê bi efûya serokomarê Sûriyê Beşar Esed di bihara îsal de hatine berdan.

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan û rêxistinên mirovî yên din li Sûriyê, tu guman têde nîne ku piraniya wan kesên hatine girtin û revandin di salên şerê navxwe yê Sûriyê de hatine kuştin.