Çîroka doktora Kurd Sabat Îslambolî yek ji yekemîn doktorên jin ên cîhanê

Rûdaw / Taybet

Dema ku li hinek welatan tew mafê jinan ê xwendinê jî nebû, keçeke Kurd  di sala 1890î de li Amerîkayê bawernameya pizîşkî werdigire û dibe yek ji jinên yekem ku li seranserê cîhanê pizîşkiyê dixwîne.

Ev der navenda mîratî ya wê kolêjê ye ku wê keça Kurd û çend keçên din ên Amerîkî lê dixwendin. Agahî û arşîva zanîngehê û xwendekaran li wê navendê hatine parastin.

Zanyarî û belge bi awayekî pir taybet hatine hilgirtin. Her ji nivîsar û belgeyan bigire heya digihe wêne û belgeyên din.

Ev jî wêneyê avahiya wê kolêjê ye ku hinek ji wan doktorên jin lê dixwend.

Piraniya xwendekarên ku wê demê li vir dixwendin, dosyeyên wan ên taybet hebûn û hemû agahiyên taybet derbarê wî xwendekarî di nava wê dosyeyê de hatine hilgirtin.

Yek ji wan xwendekarên ku dosyeya wê ya taybet hebû, Dr. Sabat ew keça Kurd bû ku di sala 1885an de ji bo xwendinê berê xwe da Amerîkayê û li vir bijîşkî xwend.

Matt Herbsen, Berpirsê Arşîvê li Navenda Mîrata Zanîngeha Drexelê ji Rûdawê re dibêje, “Zanyariyên ku me hene, ew in dema ku Îslambolî li vir xwendiye û hatine tomarkirin, wêneyekî wê di ahengekê de bi du jinên din re hatiye girtin. Îslambolî dema li vir bû beşdarî hemû dersan bûye, navê wê di nav tomara polan de û hergav navê wê bi xwendekarên din re hatiye. Her wiha di deqên civînên fakulteyê de navê wê heye ku mehane diciviyan û li ser xwendekarên cuda diaxivîn. Em di wî deqî de dibînin ku Îslambolî bûrseke 35 dolarî ji kolêjê wergirtiye.”

Xwendina li vê kolêjê wê demê çar salan dom dikir. Ji bo her salekê jî nêzîkî 130 dolar kirêya xwendinê dihat wergirtin. Lê Îslambolî bûrseke 35 dolarî ji bo her salekê li kolêjê werdigire.

Li gor belge û zanyariyên ku heta niha jî mane, Dr. Sabat kolêja xwe di nava pênc salan de qedandiye û salekê ku sedema wê ne diyar e, neçûye ber xwendinê.

Matt Herbsen, Arşîvîst li Navenda Mîrata Zanîngeha Drexelê dibêje, “Diyar dibe ku sala yekem ku beşdarî kolêjê bûye, sala xwendinê ya 1885 – 1886an bû. Lê di sala duyem a xwendinê de beşdar nebûye û navê wê di lîstê de nîne. Em nizanin gelo çima wê salekê molet ji xwendinê wergirtiye, lê sala din ango sala 1887an vegeriyaye ber xwendinê. Ji bo sê salên din di xwendinê de berdewam bûye, ango heta sala derçûna xwe di 1890î de xwendekar bû.”

Dr. Sabat qonaxên xwendina xwe bi awayekî serkeftî derbas kir û di sala 1890î de bawernameya pizîşkî li wê kolejê wergirt. Di heman demê de, wek yek ji yekemîn bijîjkên jin jî tê hesibandin ku li seranserê cîhanê bawername wergirtiye û tomar jî heta niha têne parastin.

 

 

 Ev qeyda nimreyên Dr. Sabat û hevpolên wê ye. Xwendina bijîjkî di wê demê de, bi awayekî giştî bû û ji ya niha kêmtir pisporî hebû, lê xwendina li wê kolêjê bi giranî li ser nexweşiyên jinan û her wiha jidayikbûna zarokan bû. Di sala yekem a xwendina wan de jî, çend dersên wek kîmya, anatomî, psîkolojî, madeyên bijîjkî yên çêkirina dermanan, çareseriya giştî û dermansazî hebûn. Di heman demê de, laboratûara wan a taybet jî hebû û bi awayê pratîk ders dixwendin.

Matt Herbsen diyar dike, “Laboratuwarên wan jî hebûn, ji bo her salekê li gor dersan laboratuwarên wan hebûn. Heke tu li nivîsarên ku me berî çend deqeyan qala wan kir binêrî, tu dikarî bibînî ku dersa wan a rojane çi bû. Tu dikarî bibînî ku hatiye nivîsandin roja çarşemê, piştî nîvro em ê li laboratuarê hîn van tiştan bibin, roja şemiyê, sibehê jî em ê li ser filan tiştî bixwînin.”

Dîroka jidayikbûna Dr. Sabat ne diyar e, lê di malbateke Kurd ên cihû de ji dayik bûye û malbata wê li Şamê dijiya. Wê çaxê jî ji Şamê hatiye Pennsylvanya û xwendiye. Li gor Matt Herbsen jî, kesên ku wê demê li wê kolêjê xwendine yan ji aliyê welatekî ve hatine şandin yan jî berê wan

bi xwe yan kesekî ji malbata wan serdana Amerîkayê kirine û daxwaznameya xwendinê pêşkêş kirine.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine jî, Dr. Sabat piştî wergirtina bawernameya pizîşkî vegeriya Şamê û karê doktoriyê kir, lê ti pêwendiya wê bi zanîngeha wê re nemaye. Li gor şopandina Rûdawê, Dr. Sabat piştî ku vedigere Şamê, çend salan li wir dimîne, piştre diçe Qahîreyê û li wir karê xwe yê bijîşkî didomîne û sala 1941ê koça dawî dike.

Matt Herbsen, Arşîvîst li Navenda Mîrata Zanîngeha Drexelê derbarê wê yekê de ji Rûdawê re wiha dibêje, “Zanyariyên me nînin, dema em li dosyeyên derçûyan dinêrin, hejmareke zêde ya xwendekaran li wê kolêjê xwendine, dosyeyên me yên taybet derbarê wan hene. Di wan de agahiyên piştî derçûna wan jî hene, lê ger em li dosyeya Îslambolî binêrin, hin agahî hene, di nav wan de têbîniyek jî heye vedigere sala 1929an û kolêjê hewl daye bizane gelo Îslambolî hîn sax e û derbarê pîşeya xwe de çi kiriye. Hin tiştên bi vî awayî, lê ji sala 1929an û vir ve, ti zanyariyeke din li ser Îslambolî bi dest wan neketiye, her wiha bi demeke pir nêzîk jî piştî derçûna wê ji kolêjê pir kêm zanyarî derbarê wê de bi dest wan ketine.”

Koleja ku Dr. Sabat lê xwend, niha navê wê hatiye guhertin û bûye Zanîngeha Drexel. Arşîva kolejê jî ji bo ser wê zanîngehê hatiye veguhastin. Wê demê ji kolêjê re digotin Kolêja Bijîjkî ya Jinan - Pennsylvanya.

Di sala 1850î de hatiye damezrandin û yekemîn kolêj bû li ser asta cîhanê ku bawernameyên bijîjkî da jinan. Dr. Sabat jî di wê demê de yek bû ji wan kesên ku ew bawername wergirt.