Xelkê Donetsk ji ber topbaranê koçber dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Slovyaniske li herêma Donetskê, derdora 80 kîlometre ji eniya şer dûr e, vê yekê jî wiha kiriye ku gelek caran bê bombebaran û topbarankirin.

Artêşa Rûsyayê nêzîkî ji %90ê Luhanskê kontrol kiriye û bi armanca kontrolkirina cihên ku di jêr destê Ukraynayê de mane jî operasyonên xwe zêde kirine.

Nîşteciha Slovyansikê Nilya Tixonovna dibêje: “Rewşeke metirsîdar e, çar xanî hene hemû jî pencereyê wan şikiyane û dîwarê wan jî rûxiyaye. Hemû cih tarî bûne, xaniyek li piştê heye serbanê wê nemaye. Tenê ew avahiyên ku xelkê hejar têdane wêran bûn.”

Artêşa Rûsyayê di çend hefteyan de li navçeya Donetsikê pêşve diçe û heta niha ji %50ê wê xistiye jêr desthilata xwe.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Ukraynayê Oleksender Ştupun jî got: “Ji aliyê Donetsikê ve dijmin di xeta parastinê de bi hawan û topan çeperên leşkerên me topbaran dike."

Luhansk û Donetsk dikevine nav herêma Donbasê, navçeyeke ku nêzîkî ji %75 nîştecihên wê berî şer bi zimanê Rûsî diaxivîn.

Rûsya venaşêre ku armanca wê ya sereke di vê operasyonê de kontrolkirina vê herêmê ye, lê bombebaran û topbarana bo herêmê red dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Marya Zaxarova jî got: “Di jêr guşarên Washingtonê de naziyê Ukraynayê çalakiyan bi çekên Amerikî dijî xelkê sivîl bikar tînin û jiyana xelkê sivîl li ber çav nagrin, bi taybetî ya zarok û ciwanan.”

Piştî şer bi 100 rojan niha ji %20ê axa Ukraynayê di jêr kontrola Rûsyayê de ye.

Li gor Rêxistina Koçê ya Navdewletî 7.7 milyon kes koçber bûne û 6.9 milyon jî bûne penaber.