NY: Germahî dê standardên cîhanî derbas bike

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Roja Cîhanî ya Jîngehê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Roja Jîngehê ya Cîhanî de, Neteweyên Yekbûyî ragıhand ku zêdetirî 3 mîlyar mirov di derdoreke ne tendurist de dijîn û di pênc salên pêş de, germahî dê ji pileyên di Peymana Parîsê de derbas bike.

Ji sala 1973an ve Neteweyên Yekbûyî 5ê Hezîranê weke Roja Jîngehê ya Cîhanî qebûl dike. Armanc ew e ku di derbarê jîngeha gerdûnî de hişyariyê bilind bike û hikûmetan han bide ku pirsgirêkên jîngehê yên wekî qirêjiya hewayê, birrîna daristanan û germbûna gerdûnî kêm bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje zêdetirî sê milyar mirov li cîhanê di derdoreke ne tendurist de dijîn. Her sal 9 mîlyon mirov ji ber bandora qirêjiya hewayê zû dimirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, herî kêm mîlyonek ajel û nebat niha di bin xetereya jinavçûnê de ne ku dê di nav çend deh salên pêş de gelek ji wan ji nav biçin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Roja Jîngehê ya Cîhanî de bi peyameke nivîskî diyar kir ku nêzî nîvê hemû mirovahiyê li herêmên xeternak ên jîngehê dijîn.

Ew hişyarî dide ku ji sedî 50 metirsiya germbûna gerdûnî heye ku tenê di pênc salên pêş de ji 1,5 pile derbas bibe ku di Peymana Parîsê ya 2015an de hate pejirandin da ku germahî li gorî demên berî pîşesaziyê ji 1,5 pile zêdetir nebe.

Guterres hişyarî da ku heta sala 2050an salane 200 mîlyon mirov ji ber guherîna keşûhewayê dê koçber bibin.

Li aliyê din, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên mafên mirovan û jîngehê David Boyd di Roja Jîngehê ya Cîhanî de diyar kir ku şer û pevçûn bûne sedema wêrankirina jîngehê û binpêkirina mafên mirovan. Ew dibêje ku şer û pevçûn hejmareke "mezin" ya enerjiyê dixwin û dibe sedema belavbûna gazê, jehrîbûna hewayê, xirabbûna axê û jinavçûna xwezayê.

David Boyd dibêje ku bi şerê li Ukraynayê re hejmareke mezin a welatan plana zêdekirina hilberîna neft, gaz û komirê ragihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst