Du birayên Efrînî cilûbergên stêrkên tîma Chelseayê dirûn

05-06-2019
Kurdistan Hesen
Du birayên hev berî 8 salan ji Efrînê koçberî Londonê bûn û niha bi karên xwe yên serkevtî navdar bûne
Du birayên hev berî 8 salan ji Efrînê koçberî Londonê bûn û niha bi karên xwe yên serkevtî navdar bûne
Nîşan Efrîn Bira Xoşkar Hisên Horo Fûda Hisên Horo Chelse Hugo Boss
A+ A-

London (Rûdaw) – Du gencên birayên hev berî 8 salan ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê koçberî paytexta Brîtanya bajarê Londonê bûne û li wê derê bi karên xwe yên terzîtiyê navder bûna. Herdu bira heta ku ewqas pêşketin ku niha cilûbergên stêrkên tîma futbolê ya cîhanî Chelseyê dirûn.

 

Herdu bira Xoşkar Hisên Horo û Fûda Hisên Horo dema ku diçin destpêkê nikarin kar bibînin,  lê niha ew li Londonê navdar bûne û kompaniyên herî mezin bi wan re dikevin peywendiyê. Herî dawî jî tîma fotbulê ya Chelseyê ya Brîtanî ew hilbijartine ji bo ku dîzaynên cilûbergên wê tîmê bidirûn.

 

Xoşkar Hisên Horo û Fûda Hisên Horo piştî li Londonê dest bi karê terzitiyê dike, jiyana wan te guhertin.

 

Xoşkar Hisên Horo ji Rûdawê got: “Me destpêkê gelek hewl da dikaneke biçûk li Londonê vekin. Pere ba me nebû, kire gelek giran bûn. Ji bo em kireya vê derê bidin min û biraya xwe her yekê li cihên din jî kar dikir.”

 

Horo da zanîn ku wan bi serkeftinên xwe bala markaya navdaer Hugo Boss û tîma futbolê Chelseyê jî kişandine ser xwe û xwestine ligel wan kar bikin û wiha pê de çû: “Niha herkes pirsa me dikir. Yek ji wan markaya Hugo Boss e. Hefteya borî Chelseyê jî telefona me kir, ji no kiyasên cilûbergên wan ez çûm cihê wan. Ji bo min wek xewnekê bû, berî 8 salan ez li Kerweşê dixebtim ez niha ligel Chelseyê kar dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst