Mexrîb: Kevintirîn zanîngeh careke din tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji kevintirîn zanîngeha Mexrîbê, zanîngeha Fatîme Fehrî ye. Dîroka çêkirina vê zanîngehê vedigere sala 859ê zayînî. Zanîngeh li ser asta navdewletî pêşwaziyê li xwendekaran dike. Li vê zanîngehê zêdetir girîngî bi xwendina şerîeta Îslamê û herwiha xwendina qedîm tê dayîn.

 

Piştî demeke dirêj, careke tên hewl tên dayîn ku ew zanîngeha dîrokî were vekirin û ji nû ve xwandin têde dest pê bike.

 

Xwendekarê Sengalî, Mihemed Mehmûd derbarê zanîngehê de dibêje: “Bav û bapîrên min li vê zanîngehê xwendine. Spas, bi rêya wan derbarê vê derê de zanyarî bi dest me ketin. Lewra min hewl da bi cihê piyê wan bikevim, dema gehiştim vê derê jî, min dît hemû tişt her ew tişt in ku me derbarê wan de bihîstibûn. Ez şerîetê dixwînim, li vê derê fêrkirin cuda ye ligel zanîngehên nû, ji be rem sîstema qedîm peyrew dikin.”

 

Ji xeynî şerîet û kitêbên olî hevdem li vê zanîngehê dersên zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî û herwiha Latînî û Yunanî jî tên dayîn. Li vê zanîngehê bursa xwendinê heye û her xwendekarek mehane 200 dolaran werdigire û hevdem li nav zanîngehê cihê vehewînê jî bo wan tê dabînkirin.

 

Ebdulrehman Buxenîm ku ew jî xwendekar e, dide xuyakirin: “Şert û mercên fêrkirinê gelekî baş in, em hem fêrî ziman û hem jî xwendina Îslamî dibin, têkelkirineke ji xwendina nû û qedîm. Herwiha wan pereyên didin me jî gelekî baş e. Her tişt temam e, derbarê siberoja min de jî, bendewariya hevkariyê ji Xwedê dikim.”

 

Demeke dirêj bû deriyên vê zanîngehê girtî bûn ku li bajarê Fas ê Mexrîbê ye, lê îsal Saziya Şahane ya Mexrîbê biryar da careke din zanîngehê li ber xwendekaran veke û bi heman awayê caran ders lê bên dayîn.

 

Armanca vekirina zanîngehê jî gehandina hejmarek xwendekarên nû ye daku agahiyên wan li ser zanista qedîm û kevin hebe bo pêşvebirina cîhanê.