Galeriya wêneyan

05-06-2018
24 Photos

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Guatemala ya parzemîna Başûrê Amerîkayê, ji ber teqîna çiyayeke volkanîkî 62 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

 

Berpirsên Guetemalayê roja Sêşemê 05-06-2018 ragihandin, ku çiyayê volkanîkî ya Fuego ya li bajarê Eskuyintlayê teqiye û di encamê de 62 kesan canê xwe ji dest daye.

 

Li gorî gotina berpirsên wî welatî zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.

 

Tê gotin, ku heta niha jî ji 20 malbatan agahî nayê wergirtin.

 

Ji ber volkanan nîştecihên herêmê ketine bin metirsiyê û herwiha 3 hezar û 265 kes jî neçar bûne malên xwe bicîh bihêlin.

 

 

Serokê Guetemalayê James Morales roja Duşemê (04-06-2018) serdana wê herêmê kir û ji nêzîk ve derbarê rewşê de agahî wergirtin.