Spanya mêvandariya konferansekê li ser Rojavayê Kurdistanê dike

05-06-2014
Behzad Mîranî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e konferanseke taybet bi Rojavayê Kurdistanê li Spanyayê bê lidarxistin.

 

Endamê komîteya amadekar a konferansê Ebdilezîz Temo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku konferansa wan berdewama konferansa Qurtûba ye ya ku di meha çile ya borî de hat lidarxistin.

 

Temo diyar kir ku armanca wan ji vê konferansê ewe ku nêrîneke zelal a hevbeşe ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê re were amadekirin.

 

Temo herwiha got ku “ew dixwazin nêrîneke zelal a Kurdên Rojava ji bo raya giştî û cîhanê re were pêşkêşkirin kirin, ji ber ku ji salên 1957 heta niha partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ti nêrîneke wan a aşkere û zelalî ji bo çareserkirin pirsa Kurd li Sûriyê tine ye”.

 

Bi gotina Temo, gelek siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, oldar, jin, ciwan û çalakvan wê ji bo konferansê bên vexwendin û aşkere kir ku “ti program û peyrewên hazir li ber destê komîteya amadekar a konfernasî tine ye”.

 

Derbarê aliyê ku piştgiriya vê konferansê dike de, Ebdilezîz Temo got ku “tevî ku endamên ragihandin Qurtobe piştevanin, wezareta derve ya Spanya jî razîbûna xwe nîşan daye, herwiha Yekîtiya Ewropa gotiye ewê piştgiriyê bide bi mercê ku kesek ji wan aliyên beşdar piştgiriyta rejîma Sûriyê nekin”.


Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PYD û partiyên din ên di rêveberiya xweseriya demokratîk de beşdarin ji bo konferansa ku biryare car din li Qurtûba bê lidarxistin, nehatine vexwendin. Endamê komîteya amadekar Ebdilezîz Temo jî ev yek piştrast kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst