Robert Ford rexneyên tund li siyaseta Obama ya derbarê Sûriyê de dike


Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford bi tundî rexne li siyaseta derve ya Washingtonê derbarê Sûriyê de girt û got ku pêwîst bû Amerîka karên baştir bikira û ketîbeyên Artêşa Azad bi çek bikira.

Di hevpeyvînekê de bi BBC re Ford got ku ji ber dudiliya Amerîka derbarê Sûriyê de, niha metirsî û gefa grûpên tûndrew li ser Aemrîka zêdetir bûye.

Çavdêrên siyasî dibînin ku çêdibe axaftinên Ford dîsa gotûbêjan û rexneyan li ser siyaseta serokê Amerîka Barakc Obama di Sûriyê de zêde bike.    

Herwiha Ford derbarê hilbijartinên Sûriyê de got “Ev hişiyariyê ji me û welatên navçeyê û Ewropa re ye ku Esed dev ji desthilatê bernade, ew dixwaze her û her bimîne û cihê xwe di paytextê de bi hêz kiriye”.

Ji aliyê xwe ve berdevka wezareta derve ya Amrîka Mari Harf derbarê axaftinên Ford de diyar kir ku ew hemwelatiyekî amerîkî ye û mafê wî heye ku nêrîna xwe bîne ziman, lê got “Em niha zêdetir giringiyê didin berpirsên me yên ku hîna li vir û li Sûriyê kar dikin”.  

Serokê Amerîka Barakc Obama di tebaxa sala 2011an de ji bo cara yekê daxwaz ji serokê Sûriyê Beşar Esed kir ku dev ji desthilatê berde, lê Obama ti helwestek din derbarê vê daxwazê de nestend. Di meha tebaxa sala 2013an de Obama ragihand ku ewê êrîşî Sûriyê bike ji ber ku rejîmê çekên kîmyewî li dijî hemwelatiyan bi kar anîne, lê di encama rêkeftineke navbera Rûsya û Amerîka de, rejîma Esed çekên xwe yên kîmyewî radestî Netewên Yekbûyî kir û li beramber vê yekê Obama êrîşî Sûriyê nekir.

Ji ber vê yekê Ford got “Rûsya û Îran bi rengekî berçav alîkariyên xwe ji Esed re zêde dikin, eger me berî 2 salan alîkariya aliyên nerm kiriba, niha grûpên Qaîde wê nikarîbana hevalên xwe zêde kiribana û rikberiya wan grûpên miyanrew kiribana”.

Herwiha Ford tekez kir û got “Pêwîst bû li ser me û niha jî pêwîste ku em bi çekan alîkariya opozîsyona Sûriyê ya lîbral bikin, lê siyaseta Amerîka di vî warî de pêşnakeve û eger wiha bimîne ez nema karim berevaniyê di ber de bikim”.

Lê hinek berpirsên amerîkî dibêjin ku welatê wan berî niha alîkariyên leşkerî radestî ketîbeyên lîbral kiriye û di dema pîş de wê alîkariyên xwe ji bo hinek ketîbeyên artêşa azad zêdetir bike.