Biden: Divê pevçûnên li Sûdanê bên rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, divê aloziya li Sûdanê bi dawî bibe, û gefa sepandina cezayan bi ser aliyên Sûdanê de xwar.

Biden roja Pêncşemê 4ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de raqgihand, “Divê pevçûna li Sûdanê bi dawî bibin” û got jî “aloziyên li Sûdanê çêdibin karesatek trajîk e û xiyanet e li gelê Sûdanê ku dixwazin ber bi demokrasiyê ve biçin.”

Biden gefa sepandina cezayan li berpirsên şerê navxweyî yê Sûdanê xwar, û got, ew aliyên ku li Sûdanê bi bikaranîna tundûtîjiyê li dijî sivîlan û sûcên li dijî mafên mirovan, bûne sedem ku pêvajoya demokrasiyê têk biçe, divê bên cezakirin.

Daxuyaniya Biden di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Sûdanê roja 2ê Gulanê ragihandibû, artêşa wî welatî û Hêzên Piştevaniya Bilez razî bûne ku agirbesteke 7 rojî ragihînin û agirbest ji roja 4ê Gulanê ve bê cîbicîkirin.

Ji 15ê Nîsanê ve di navbera Artêşa Sûdanê bi serkirdayetiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez bi serkirdayetiya Mihemed Deqlo naskirî bi Himêditî de berdewam e.

Ji destpêka şer û pevçûnan ve heta niha herî kêm 512 kes hatine kuştin û 4200 kes jî birîndar bûne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, niha zêdetir ji 100 hezar kes bi sedema şer ji Sûdanê reviyane û çûne welatên din û zêdeyî 300 hezar kesên din jî koçber bûne. NY herwiha hişyarî daye ku bi berdewamiya şer dê 270 hezar kesên din koçber bibin û neçar dibin berê xwe bidin welatên Sûdana Başûr û Çadê.