Parlamenterê Rûs: YE dê bi rêya welatên sêyemîn petrola me bikire

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Rûsya Vîladimir Cahabarov dibêje, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) dê petrola Rûsya di ser welatên sêyemîn re bikirin û dê girantir jî bikirin.

Doh Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen, pakêta şeşan a cezakirina Rûsya ragihand. Di pakêta şeşan a cezakirina Rûsya de pêşniyar kiriye ku dorpêçê li ser petrola Rûsya deynin û êdî nekirin. Divê ew ji aliyê welatên endam ve were pesendkirin, lê li gorî wê pakêta nû, divê YE di nava 6 mehan de kirîna petrola xav û di nava salekê de jî berhemên petrolê ên parzûnkirî ji Rûsya rawestîne.

Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve a Parlamentoya Rûsyayê Cabarov li ser vê helwesta YE dibêje, dê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê piştî vê biryarê jî petrola Rûsî bikire, wê bi riya welatên sêyemîn û girantir jî bikire.

Parlamenterê Rûs Vîladimir Cahabarov dibêje, "weke ku Ewropî dîn bûbin, dibêjin ew dê êdî petrola Rûsya nekirin, baş e nekirin, jixwe kes zorê li we nake, lê hûn dê bi riya welatên sêyemîn bikirin, dê petrola me weke xwe bimîne lê hûnê buhatir bikirin.”