Dusseldorf (Rûdaw) - Karsaza Kurd Sazgar Salih li Almanyayê markayeke cîhanî ava kir û berhemên wê li kêleka markayên bi nav û deng cih digirin.
Sazgar Salih li diyasporayê xanimeke karsaz a serkeftî ya Kurd e li bajarê Dusseldorfê li Almanyayê, xwediya "Akademiya Pretty Skin"ê ye.
Li vir kolanek heye ku hemû markayên mezin û navdar şaxên xwe lê hene.
Piraniya caran ev kolan tijî geştyarên welatên dewlemend e, wekî welatên Kendavê. Akademiya Pretty Skin li wê kolanê ye.
Xwediya Akademiya Pretty Skinê Sazgar Salihê ji Rûdawê re axivî û got:
"Spas ji bo Xwedê ku ez gihîştim vê derê, cara duyemîn e ez bi şanazî beşdar dibim.
Navê min Saze ye, ez xelka Silêmaniyê me, 25 sal in li Almanyayê dijîm.
Min Fîzîk xwendiye, pisporiya min fîzîka atomî ye. Piştre min warê bedewkariyê xwend.
Min xwest şûneke biçûk a taybet bi min hebe, paşê min hêdî hêdî ew mezin kir heta ku karsaziya min gelekî mezin bû û bû navendek.
Piştî ku navenda min mezin bû, min xwest zêdetir di warê bedewkariyê de bixwînim, ez bûm mamoste. Bi Almanî dibêjin 'Dosent' (doçend).
Min akademiyeke xwe li cihê herî bi nav û deng ê Dusseldorfê ku jê re dibêjin Konigs vekir. Paşê min xwest berhemên taybet ên min hebin.
Ez li gelek cihan geriyam, li hemû Ewropayê, paşê çûm Koreyê ku di warê bedewkirina çerm de ji me pêşketîtir in.
Li wê derê bi çend kesên ku min nas dikirin re, me dest bi çêkirina maskekê kir.
Spas ji bo Xwedê, me mask bi awayekî gelekî serkeftî çêkir û berhem anî.
Ev mask patenkirî ye û li hemû dinyayê hatiye ceribandin. Ceribandinên wê yên klînîkî hene.
Tiştê ku vê maskê ji yên din cuda dike ew e ku di navê de xweliya zêr a 24 karat, kolajen, koke û tiştekî ku bi Almanî jê re dibêjin 'Schleim' (şîrêz) heye."
Xelateke navneteweyî wergirt
Saze Saliha karsaza Kurd li Almanyayê kariye di warê berhemên bedewkarî û lênêrîna çermê rû de xelata navneteweyî bi dest bixe û di dawiya sala 2024an de, di roja Newrozê de ew xelat wergirtiye.
Saze, xwediya Akademiya "Pretty Skin" li Dusseldorfê, derbarê kar û akademiya xwe û wekî keçkarsazeke serkeftî ya Kurd axivî û behsa wê yekê kir ka çawa ew ji warê fîzîka atomî de hatiye warê edewkariyê û niha xwediya akademî û berhemên xwe yên taybet e.
"Di nav maskê de zêr heye"
Sazê qala berhema xwe ya taybet a bedewkariyê kir û got:
"Yek ji berhemên sereke yên navenda Pretty Skinê, maska taybet a bi navê Saze ye ku tê de pêkhateyên hêja yên wekî zêr, şîrêza helezûnan û kolajen hene.
Ev berhem ne tenê li Ewropayê, lê li Koreya Başûr jî serkeftî ye û li taqîgehên bijîşkî yên wî welatî hatiye pejirandin ku di warê lênêrîna çermê rû de pêşeng in."
"Li kêleka markayên cîhanê tê firotin"
Saze dibêje: "Niha ev mask li bazarên bi nav û deng ên bajarê Dusseldorfa Almanyayê li kêleka markayên cîhanî yên wekî Dior, Fendi û Prada tê firotin.
Bi vî awayî bûye nûnerê navê Kurdan li asteke bilind a bazara bedewkariyê."
Derbarê xelata ku ji bo karsaziya navendê wergirtiye, Sazeyê got: "Xelat ji ber kalîte, xizmet, başî û bandora maskê bi navendê hatiye dayîn."
Paşxana zanistî ya xwediya wê alîkar bûye di çêkirina berheman de ku bingeha zanistî hene, yek ji wan zêr e.
Bandora zêr ji bo bedewkariyê
Di vî warî de Saze Salihê got: "Zêr ne tenê ji bo bedewkariyê ye di nav berheman de lê şiyana wê ya yekbûna digel atomên avê heye.
Wekî nimûne, yek atoma zêr dikare bi sêsed hemberî giraniya xwe digel atomên avê bike yek."
Sazeyê eşkere kir ku ew zêdetir ji du salan mijûlî çêkirina maskê bûye û wiha pê de çû:
"Şanaziyeke mezin e ji bo min wekî keçeke Kurd û diyasporanişîneke Kurd ku li vir karibim berhemeke wiha hêja û bi sûd pêşkêşî mirovahiyê bikim."
Ev serkeftin mînakeke diyar e ji bo amadehiya Kurdan di warên cihêreng ên diyasporayê de û şiyana berhemhênanê ya Kurdî di asta navneteweyî de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse