Li Amerîkayê Tirkan ji ber Newroz û Alaya Kurdistanê êrîşî malbateke Kurd kirin

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Newroz Alaya Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a li Amerîkayê ji ber pîrozkirina Newrozê û bilindkirina Alaya Kurdistanê rastî êrîşa çend kesên Tirk hat.

Bedirxan Bariş ê Kurd ku li bajarê New Jersey a Amerîkayê rûdine, roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihand, “Ji ber pîrozkirina Newrozê û bilindkirina Alaya Kurdistanê em ji aliyê çend Tirkên nijadperest ve rastî êrîşekê hatin û gefa valakirina mala me li me xwarin.”

Bedirxan Bariş destnîşan kir ku di 25ê Adarê de Kurdên ku şêniyên New Jerseyê ne Newroz pîroz kirine û Alaya Kurdistanê bilind kirine û ev yek bûye sedem ku çend Tirkên nijadperest gotinên ne xweş ji wan re bibêjin û gotine, “Nabe ku hûn li vir Alaya Kurdistanê bilind bikin û Kurdayetiyê bikin, herin li Tirkiyê hûn dikarin bikin û mala xwe ji vir bar bikin.”

Li gor Bedirxan Bariş berî 3 rojan di demjimêr 23:00-00:00an wan Tirkan bi 3 otomobîlan êrîşî ser mala wan kirine.

Piştî bûyerê malbata Bariş bang li polîsan kiriye û polîs çûne cihê bûyerê û pirsgirêk bi dawî bûye.

Malbata Bariş heta niha gilî li tu kesî nekiriye û dibêje, ew êrîşkaran baş nas nakin. Bariş ji Rûdawê re got, “Wan îfadeya xwe daye polîs û em li benda rapora polîs in.”

Bedirxan Bariş û malbata xwe berî salekê koçî Amerîkayê kirine û niha li Burlington a New Jerseyê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst