Katalonya dixwaze bi Rêveberiya Xweser re rasterast hevkariyê bike

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Katalonya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Sêşemê li bajarê Barcelonayê bi nûnerên parlamentoya Katalonya re civiya.

Rêveberiya Xweser di derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kirû tê de ragihand ku li ser vexwendina herêma Katalonyayê şanda Rêveberiya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi rayedarên herêma Katalan re li Barcelonayê civiyan.

Şanda Rêveriya Xweser ku ji Hevserokê Desteya Tenduristiyê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Dr. Ciwan Mistefa û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Belcîkayê Faîq Omer pêk dihat ji aliyê ji aliyê parlamenterê Partiya Çep a Komarî ya desthilatdar Jordi Albert, parlamenterê Partiya Hevgirtina Katalonî û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê parlementoya Katalan Francis Damlasez, Parlamenterê partiya CUP Akarlis Riera û berpirsa tenduristiyê li parlamentoya Katalonya, Loria Lozano ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser di civînê de li ser rewşa tendirustiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û çawaniya pêşxistina sîstema wê, û awayên pêşkêşkirina piştgiriya tendirustiyê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê re ji aliyê sektora tendirustiyê li Katalonyay û ji bilî çawaniya pêşxistina projeyên hevbeş, û di qonaxa bê de di navbera her du aliyan de bigihin rêkeftinan hatine gotubêjkirin.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn kur civîna wan a di navbera aliyê Katalan de erênî bûye, her wiha derbarê mijarên civînan û pêdiviyên pêşxistina beşê tendiristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên pir baş hebûn.

Li aliyê din li gorî North Pressê, şanda parlamentoya Katalonyayê soz da ku dê biryarnameyekê bide ku Katalonya bikaribe rasterast bi Rojava re li ser bingeha "herêm bo herêmê" re hevkariyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst