Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 saliya xwe pîroz kir

Parîs (Rûdaw) - Li Parîs a paytexta Fransayê 40 salî ya damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hat pîrozkirin û hejmarek berpirs û kesayetiyên diyar ên Kurd û Frans tê de beşdar bûn.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di Sibata 1983an de hatiye avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe ye ku rewşenbîr û hunermendên Kurd di bin banê xwe de kom dike.

Kurd û Frans ji bo salvegera damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kom bûn, bi gotina Şaredara Parîsê, enstîtuyê Kurd bi cîhanê dane nasandin. Serok berê yê Fransayê û kesayetên navdar ên Fransî û Kurd li vir behsa Kurdan dikin.

Sekreterê Giştî yê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Nazand Begê Xanî anî ziman, “Enstîtuya Kurdî ji bo wê yekê li wir bûye ku hişyariya giştî li ser asta navdewletî ava bike ji bo hevsoziya civaka navdewletî bikşîne ser Pirsa Kurd û bê guman xala herî sereke jî ew e ku Enstîtuya Kurdî şiya bi rêya malbata Danielle Mitterand û Franso Mitterand alîkariya Herêma Kurdistanê bike.”

Beriya 40 salan çend kesayetiyên navdar ên Kurd wek Cegerxwîn, Yilmaz Guney, Kendal Nezan û çend kesayet û akademîsyenên Kurd kevirê bingehê yê vê enstituyê danîn û di navbera Kurdan û cîhanê de peywendiyên siyasî û çandî dest pê kirin.

Senatorê Fransî Feraud Remi got, “Ez şarederê daîreya dehemîn bûm, taxa kurdên li Parîsê û rast e dostaniya min ji bo Kurdan hema hema bi temamî bi saya Enstîtuya Kurdî bû û bi saya hevdîtina min li gel Kendal Nezan û xwesteka wî ya kar li gel bajarê Parîsê û hilbijartiyên Parîsê bû ku yek ji wan bûm da ku berdewamiyê bidim dostaniya xwe li gel Kurdan ji salên heştêyan ve û heta niha sedsala bîst û yekemîn. Îcar rast e, naskirin û dostaniya min ji Kurdan re bi saya Enstîtuya Kurdî û Kendal Nezan bûye.”

12 endamên komîteya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hene ku 4 ji wan Frans in û endamên Wezareta Navxwe, Rewşenbîr û Senator in ku çend beşên wek ziman, çand, mafên mirovan û civakî li xwe digire.

Piraniya mêvanên akademîsyenên Kurd bi rêya Enstîtuya Kurdî hatine Fransayê û li vir dixebitin. Amir mamosteyê zanîngehê yê û zaraveyên Soranî û Kurmancî yên Kurdî bi Fransî fêr dike.

Mamosteyê Zanîngehê Amir Tahir Ehmed got, “Ez ji bo xwendina xwe ya bilind ez minetdarê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê me.”

Selda berî 11 salan ji Bakurê Kurdistanê hatiye û wê niha di Edebiyat û Rêzimana Kurdî de master kiriye. Selda Aras li zanîngehê dixebite.

Selda Aras jî li ser Enstîtuya Kurdî ya Parîsê got, “Min bi Enstîtuya Kurdî ya Parîsê doktoraya xwe ya li ser ziman bi dawî kir. Piştî wê jî têkiliya min a bi Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re qet neqediya, min li wir wek karmend jî kar kir.”

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bê cudahî bûye sîwana Kurdên her çar parçeyên Kurdistan, di van çil salên borî de ne tenê li Fransa, li cîhanê jî di danasîna nasnameya Kurdî ji cîhanê re roleke girîng lîstiye.