Ursula von der Leyen û Josep Borrell dê serdana Kyivê bikin

05-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di nava hefteyê de serdana paytexta Ukrayna Kyivê dikin.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Eric Mamer di hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku dê rayedarên Yekîtiya Ewropayê ji bo hevdîtineke bi Serokê Ukraynayê Vladymyr Zelensky re serdana Kyivê bikin.

Berî hefteyekê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola jî serdana Kyivê kiribû û bi Serokê Ukraynayê Vladymyr Zelensky re hevdîtin kiribû.

Serdana herdu berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Ewropayê bo Ukraynayê di demekê de dibe ku êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro di 41mîn roja xwe de ye.

Ji destpêka êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ve, ew dibe yekemîn serdana astbilind a rayedarên biyanî bo Ukrayanyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst