Josep Borrell: Em dê sizayên aborî bi ser Rusyayê de bisepînin

Hewlêr (Rûdaw) - Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê piştî belavbûna dîmenên termên sivîlan li bajarokê Bucha yê Ukraynayê ku Artêşa Rûsyayê di demeke nêzîk de ji wir vekişiyabû, ragihand ku ew dê ji ber tawanên şer sizayên aborî yên zêdetir bi ser Rûsyayê de bisepînin.

Josep Borrell got, “Em dê berdewam bin di piştgiriya xelkê Ukraynayê de ku ew ji ber şer di demên nexweş re derbas dibin.”

Gelemperiya welatên Yekîtiya Ewropayê daxwaza bidawîanîna kirrîna gaza Rûsyayê dikin lê Almanya ji ber hewcedariyên xwe hîn ne amade ye ku dev ji gaza Rûsyayê berde.

Her çend berpirsên Almanyayê ragihandibûn ku, ew amade ne êdî gazê ji Rûsyayê nekirrin lê Wezîrê Darayî yê Almanyayê Christian Lindner ragihand, ew hîn bi temamî ne amade ne ku dev ji gaza Rusyayê berdin.

Christian Lindner diyar kir, her çend ew amade bin dawî li peywendiyên aborî yên bi Rûsyayê re bînin jî lê ew niha nikarin dawî li kirrîna gaza Rûsyayê bînin.

Li aliyê din, Wezîrê Enerjiyê ya Almanyayê Robert Habig jî behsa wê yekê kir ku ew dê berdewam bin ji bo sepandina sizayan li ser Rûsyayê.

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê ragihandine ku, dê ew ji bo nîqaşkirina sizayên nû yên li ser Rûsyayê vê hefteyê dubare kom bibin.