John Kerry: Em bi Îraqê re ji bo kêmkirina gazên ziyandar dixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyê Serokê Amerîkayê yê ji bo Guherîna Keşûhewayê John Kerry got, “Îraq yek ji welatan e ku rêjeyeke zêde ya gaza metanê tevî hewayê dikin û Washington û Bexda ji bo kêmkirina rêjeya gazên ziyandar dixebitin.”

Şandeyê Serokê Amerîkayê yê ji bo Guherîna Keşûhewayê John Kerry di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

John Kerry got, "Bi rastî ev pirsyareke xweş e. Komek welatan li Rojhilata Navîn hene ku beşeke zêde ya dahata xwe ji derxistina petrolê û gazê bidestdixin. Herwiha Îraq yek ji wan welatan e. Mixabin Îraq yek ji wan welatan e ku asteke zêde ya gaza metanê berdide.

Ew jî bi sedema wan agirên ku li Îraqê di dema berhemanîna petrolê de tên derxistin. Her ji ber wê sedemê me gelek car rasterast ligel Îraqê kar kiriye daku hewil bidin wan agir û dûkêlan kêm bikin. Hîn gelek kar maye ku em bikin. Lê siberoja rasteqîne bi wê yekê tê diyarkirin ku ewlatên di konferansa keşûhewayê de li Îmaratê beşdar bûne çavkaniya xwe ya bidestxistina enerjiyê biguherin.

Ev tiştekî gelek girîng e ku ew welat guherînan bikin û xwe ji bikaranîna sotemeniyên nerîtî dûr bikin. Guherîneke bilez çêbibe û pileye germaya zeviyê di 1,5 pileyê de bi zindî bihêle û sedsalê ji bo bidestxistina wê armancê bisernebin û her niha wî karî bikin bêyî ku bandorê li aboriya welatên wan bikin.

Niha jî Siudiyê biryareke girîng daye û dixwaze ku veberanîna zêdetir di berhemanînê de neke. Ji ber wê yekê ku wan beşa pêdiviyên xwe berhemên xwe hene û dixwazin bala xwe bidin warên din. Dibe ku Siudiye bibe çavkaniyeke sereke ya dabînkirina hîdrojena kesk ji bo welatên Ewropayê û welatên din û hejmareke zêde ya wêstgehên bidestxistina enerjiyê bi rêya tavê çêkirine û çend lêkolîn li ser elektrolazerê (berhemanîna hîdrojen û oksîjenê ji avê) kirine.

Wezîrekî Siudiyê carekê behsa wê yekê kir ku serdema kevirîn bi dawî nehat ji ber wê yekê ku kevir bi dawî hat. Herwija çaxê petrolê jî bidawî nayê ji ber wê yekê ku petrola me namîne. Tişta em niha dixwazin ew e ku herî kêm petrolê bêyî berdana gazên zererbexş berhembînin.

Pêwîstiya me bi guherînên di çavkaniyên enerjiyê de heye û divê me şûngirên wan hebin. Ev yek jî  çi bi bidestxistina enerjiyê ji çavkaniya etomî be yan jî hîdrojena kesk. Ez ji wê yekê agahdar im ku Siudiye, Îmarata Erebî û çend welatên din hewil didin ku kar li ser wan bijardeyan bikin.”

 

Washîngtonê bi awayekî nerasterast diyar kir ku ji bo rêgirtina li belavbûna gazên zirardar, bi rêveberiya İraqê re hevkariyê dikin.

Karbondîoksît û metan bandoreke mezin li ser qirêjiya jîngehê û germbûna gerdûnî dike.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Ajansa Cîhanî ya Enerjiyê ve hatine weşandin, Îraq di dema hilberîna neft û gazê de salane 16 milyar metrekup gaz îsraf dike û piştî Rûsyayê bûye duyemîn.

Bandora şer a li ser keşûhewayê

Li ser bandora şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, John Kerry tekez ku divê hewl were dayîn ku bandora şer li ser jîngehê were kêmkirin.

Li gorî raporên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine weşandin, Ukrayna ji ber madeyên kîmyewî yên di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de hatine bikaranîn, bi qirêjiya jîngehê re rû bi rû ye.

John Kerry got, “Belê di rastiyê de ew bandoreke zêdetir li ser wêrankariyên jîngehî çêdike. Dema tiştek tê  teqandin, şiyan bo bidestxistina av û hewaya paqij û hemû wan tiştan namînin. Hemû ew teqînên ku di dema şer de çêdibin, çi teqandin bi rêya firokeyê be yan barhilgir û tankên şer yan bi her tiştekî din be wê demê destpêşxeriyekî gelekî tirsnak dixe nav atmosferê.

Yên ku alîgirên şer in ji parastina jîngehê ne nîgeran in. Ez ji wê yekê agahdar im ku li Ukraynayê lîjneyek hatiye pêkanîn daku kar li ser bandorên jîngehî yên şer bike û plana piştî şer dikin daku bikarin hinek zererên şer kêm bikin û wê dema ji detsçûye vegerînin. Ew tiştekî neasayiye  mirov li nav şer de ku  berevaniyê li xwe û hebûna xwe dikin, siberoja xwe bifikirin, lê ev ew tişt e ku dikin.”

Heta niha 12 hezar kîlometre çargoşe axa Ukraynayê ketiye bin bandora şer.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Ukraynayê, ziyana ku ji ber şer gihîştiye jîngeh û xaka Ukraynayê, 51 milyar dolar e.