Hêzên Rûsyayê nêzî Kievê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya li ser bombebarankirina pêgehên hêzên Ukraynayê berdewam e, lê li gor zanyariyan pêşveçûna hêzên Rûsyayê ya ber bi Kieva paytext ve sist bûye.

Li bajarokê Buça ku dikeve bakurê rojavayê Kievê, tank û zirxpoşên Rûsyayê li bejayê hatine têkbirin, lê ji asman ve hêzên Rûsyayê di bombebaranê de berdewam in.

Kuştina sivîlan

Di dema derbasbûna karwaneke hêzên Rûsyayê de, sê kesên sivîl ketin nav teqeya şerê di navbera hêzên Rûsya û Ukraynayê de û di encam de hatin kuştin û termên wan di nav otombîlê de mane.

Petro Lîvtivîn, Runiştavnê Gundê Motijîn Kiev-Ukrayna, dibêje, “Kes newêre wan ji otomobîlê derbixe. Reng e hatibe bombekirin. Kes naxwaze nêzîk bibe.”

Şerê li Luhanskê

Li bajarê Novoydar ê navçeya Luhanskê jî tankeke Ukraynayê hatiye têkbirin û cudaxwaz dibêjin, wan bi palpiştiya hêzên Rûsyayê sînorekî berfireh ji destê hêzên Ukraynayê derxistine.

Cudaxwaz ji bejayê ve bi tank, top û zirxpoşan êrîşan dikin. Firoke û dironên Rûsyayê jî ji asman ve piştgiriya wan dikin.

Cudaxwaz artêşa Ukraynayê bi tawana şer tohmetbar dikin.

Karwanê 64 kîlometreyî yê Rûsyayê

Lyonid Paseçnik, Serokê Komara Îtîrafpênekirî ya Luhanskê, dibêje, “Aliyeke din yê vî şerê terorîstî yê Ukraynayê dijî me, bikaranîna zarokan e weke leşker di vî şerî de ku meşq û rahênanan li ser bikaranîna çekan bi wan tê kirin.”

Navçeyên sor ên vê nexşeyê di 9 rojên destpêkê yên şer de ketine jêr kontrola Rûsyayê. Lê ji ber rewşa ne guncav a keşûhewayê, heriya li ser rêyan, pirsgirêkên lojîstîkî û berevaniya hêzên Ukraynî, pêşveçûna karwanê 64 kîlometreyî yê hêzên Rûsyayê ber bi paytexta Ukraynayê sist bûye, ku li gor dîmenên ji stalaytan hatine girtin, tenê 25 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr in.