Papa Francis li Iraqê ye

05-03-2021

18:21

Tabloya Papa pêşkeşî Berhem Salih kirî çi wateya xwe heye?

Rûdaw

Bo yekem car, Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana Iraqê kir û berpirsên bilind pêşwazî lê kir, serdana kesayetiyekî li cîhanê berçav, wekî bûyereke giring lê tê seyrkirin, ji bo vê yekê jî, amadekariyên cûrbecûr li Iraq û Herêma Kurdistanê bo pêşwaziya li Papa tên kirin.

Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, di dema pêşwazîkirinê de ji Papayê Vatîkanê tabloyekî ku li Vatîkanê hatiye duristkirin wergirit, tablo jî logoyeke ku serdana Papa bo Iraqê vedihewîne. 

Her sê wêneyên ku li ser tabloyê hatin nexşandin, ev in: Dema ku Pêxember Îbirahîm Ûrû bi cih hişt, nexşeya Îraqê û wêneyê dara xumeyê. Her wêneyek wateyekê li xwe digire. 

Pêxember Îbirahîm bi bavê dînên asmanî (Cihû, Xiristiyan û Îslam) tê naskirin, li cem Kiristiyan û Misilmanan jî cihekî xwe yê bilind heye. Danîna wêneyê wî pêxemberî tê wateya hevgiritin û pêkvejiyana ayînan. Pêxember Îbirahîm, li bajarê Ûrû ku li Başûrê Îraqê dikeve, ji dayîk bûye û biryar e ku Papa Francis serdana şûnwarên wî bajarê mêjûyî jî bike. 

Papa Francis, li hemberî papayê berî xwe, têkiliya wî di gel dînên din û bi taybetî Îslam, baştir e û pêşwaziyê li giftûgoya di navbera ayînan de dike, û xwe wekî dost û birayê civaka Îslamî nîşan daye û rêza ayînên din ên pîroz digire da ku ev yek bo peydakirina hêvî û aştiyê li cîhanê bibe destek. 

Wekî din, nexşeya Îraqê tê wateya serdana Papa Francis a yekemîn bo vî welatî, û dara xurmeyê ya ku li Ûrûyê şîn hatiye, ew jî amaje bi şûna jidayîkbûna Pêxember Îbirahîm dike.

Li binê logoyê, bi hejmarên Romanî tarîxa serdana Papa bo Îraqê ku ji 5-8ê Adara 2021ê ye, hatiye nivîsandin. 

Lewra, Francis dibe yekem Papa ku serdana Iraqê dike, û dibêje ku Îraqiyan berî niha çaverêyê Papa John Polê duyem bûn, lê wê çaxê rêdan ji bo serdaneke wisa nebû, lê vêga ew dixwaze ku peyama biratî, aştî û pêkvejiyanê ji hemî pêkhatî û ayînên Îraqê re bîne.

Zêdetir bixwîne

16:52

Papa: Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn

Papayê Vatîkanê Papa Francis

Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand ku Kurdên Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî.

Li Bexdayê îro 5ê Adara 2021an bi amadebûna Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê pêşwazî li Papayê Vatîkanê Papa Francis hat kirin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis gotarak pêşkeş kir got: “Min ligel xwe aştî aniye. Divê pêkhateyên li Iraqê bi aştiyane pêkve bijîn.”

Papa Francis divê Divê em li tiştê ku me digihîne hev ne ku li yên me dûrî hev dike binêrin û got: “Cûrbecûrîya dînî alîkarîya pêşketin û hevgirtina welêt dike. Divê ayîn di xizmeta aştî û biratîyê de be, nabe ku navê Xweda ji bo kuştin û terorê were xebitandin. Çekî li alîyekî danin, divê em li hemberî tûndîya herêmî ya ku welatan dide ber xwe rawestin.”

Papa diyar kir ku ji bo pêkvejîyanê û têkbirina ezezîtîyê, divê rê li ber belavbûn û belawelabûna çekî were girtin û wiha pê de çû: “Bes e ji tûndûtûjî û azarkêşanê re! Siyasetmedar jî vexwendîyê ragirtina li hemberî gendelî û bikaranîna desthilatê ne.  Ji boyî rakirina civakê, dengê xwe didim dostên xwedî helwestên çak. Kes û karên ku ji ber terorê dost û hevalên xwe ji dest dane li bîra xwe tînim. Civaka ku biratîyê li xwe digire aram û hevgirtî dijî.”

Papayê Vatîkanê herwiha komkujiya li Şingalê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hate encamdan şermezar kir û got: “Em neheqî û tawana ku li Êzdîyan bûyî li bîra xwe tînin. Kurdên Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî. Em dikarin ji bo nifşên xwe yên dahatûyê cîhaneke dademend raberî wan bikin.”

Papa di heman demê de got: “Pêwîstîya pêkevjîyanê bi giftûgoyeke jidil heye. Bi hezarên salan e ku Iraq bi cûrbecûrîya xwe ya dînî tê naskirin. Wê yekê serêşî û gelek teşqele ji Iraqê re anîn û herî bêhtir milet pê xembar bû.”

Zêdetir bixwîne

16:33

Berhem Salih: Xelkê herêmê gelek êş dîtine

Serokê Iraqê Berhem Salih

Serokê Iraqê Berhem Salih ragihand ku  xelkê Iraqê gelek êş dîtine, ji wan jî kimyabarana Helebce, revên bikom û karesata Şingalê. Berhem Salih got jî, divê bêyî cudahî hemû ol û bawerî bihev re rûbirûyê tundrewiya olî bibin, da ku bi temamî bê jinavbirin.

Piştî nîvroya Îro Papa Francis gehîşt paytexta Iraqê bajarê Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazî kirin, piştre li gel Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.

Piştî civînan, her yek ji Papa Fransîs û Dr. Berhem Salih gotarek pêşkêş kirin.

Berhem Salih di gotara xwe de got: “Bi mixabinî ve îro cîhana me di serdemeke aloz de dijî ku li beşek zêde jî û bi taybetî li Rojhilat hemerengî û qebûlkirina nerîna cuda nayê qebûl kirin.  Ev yek jî ji aliyê reror û peyama nehezkirinê  ve tê piştevanîkirin û encamdana tawanên qirêj ku dûre ji canê peyama asmanî, û ev yek li ser siberoja me hemûyan gef e. Ji ber wê yekê jî divê em karê xwe berdewam bikin ji bo jinavbirina hizra tundrew û serkeftin li ser terorê û bilindkirina binemayên bi hev re jiyanê ku li welatê me hene.”

Salih amaje bi wê yekê kir ku herêm gelk caran di çendîn şeran de derbas bûye û got: “Siyasetên binpêkirinê ku li ser astê dîrokê wehan nebûn, têde bi hezaran welatiyên Iraqî ji hemû pêkhatiyena hatin kuştin û bikaranîna dîktatoriyetê ji çekên Kîmyawî li Helebce li gel helmetên enfalan li Kurdistnê û gorên bi kom li Başûr û naverasta Iraqê û wêrankirina bajarên Iraqê.”

Serokomarê Iraqê diyar kir ku di 20 salên borî şerek mezin li dijî terorê li Iraqê bûye wiha pê de çû: “Têde bajar hatin wêrankirin. Têde teada li jinan hat kirin, kenîse hatin wêrankirin, mezintirîn tawan û binpêkirin li dijî jinên Êzidî û Tirkumen hatin kirin û komkujî li Şingal û Spiker hatin kirin, Misilman, Êzdî, Sabîe û Kakeyî û pêkhateyên din yên Iraqê hatin armanckirin.”

Di beşeke din a gotara xwe de Salih got: “Hemû xelkê Iraqê qurbaniyên wê karesatê bû, lê divê em amaje bi rewşa xirab ya Kristiyanan bikin ên ku bi neçarî cih û warên xwe hiştin, û ev yek beşek bû ji rewşa kiristiyanan li Rojhilata Navîn. Salên zehmet li ser Îraqê re derbas bûn, hîn jî tehedayên mezin li pêşiya me ne.”

Zêdetir bixwîne

15:12

Papa Francis û Berhem Salih dicivin

Papa Francis û Berhem Salih

Papayê Vatîkanê Papa Francis û Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Koşka Serokomariyê li Bexdayê di civînê de ne.

Papa Francis piştî hevdîtineke kurt li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê li gel Serokwezîr Mistefa Kazimî, berê xwe dabû Koşka Serokomariyê.

Piştî civînan, her yek ji Papa Francis û Dr. Berhem Salih gotarek pêşkêş kirin.

Papa  Francis daxwaz kir ku tundûtûjî bidawî were û got: “ Ew tawanên li hember Êzidiyan hatine kirin protesto dikin.”

Berhem Salih jî ragihand: “Xelkê Iraqê gelek êş dîtine, ji wan jî kimyabarana Helebce, revên bikom û karesata Şingalê.”

Berhem Salih got jî, divê bêyî cudahî hemû ol û bawerî bihev re rûbirûyê tundrewiya olî bibin, da ku bi temamî bê jinavbirin.

Zêdetir bixwîne

13:58

Papa Francis gihişt Bexdayê

Wêne: AFP/Vincenzo Pinto

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis gihişt Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê. Papa ji aliyê Serokwezîrê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Serdana Papa dê bo dema 3 rojan berdewam be.

Li jûra VIP ya li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê, Papa Francis li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya ku çend xulekan berdewam kir û paşê firokexane bicî hişt û berê xwe da Koşka Serokomariyê û dê li wir bi Serokomar Berhem Salih re bicive.

Papa Francis ê temen 84 salî ku ragihandibû geşta wî ya bo Iraqê “serdana aştiyê” ye, dê li gel Merciê Mezin ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî jî bicive.

Papa Francis îro demjimêr 09.35 bi dema Hewlêrê li Firokexaneya Fiomicino ya li Roma ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Papa Francis ku serkirdeyê ayîna 1.3 milyar Krîstiyanên Katolîk e, ragihandibû, ew li nav Vatîkanê hest bi wê dike mîna ku “di nav qefesê de” ye.

Papa di nav firokeyê de ji rojnamevanan re ragihand, “Dilxweş im bi destpêkirina vê geştê. Ev geşta sembolîk jî erkek e bo ser xakekê ku çendîn sal e şehîd e.”

Firokeya Papa demjimêr 13.55 li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê daket û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin.

Kazimî ragihand, “Bi xoşewîstî û aştiyê, gel û hikûmeta Iraqê pêşwazî li qedasiyeta Papa Francis dike. Em tekeziyê li vî karê mirovî jî dikin.”

Papa Francis di dema geşta xwe de got, ew naxwaze ji xelkê gelek dûr be.

Hêzeke emnî ya zêde bo parastina Papayê Vatîkanê li nav Bexdayê hatiye belavkirin ku paytexta Iraqê heta niha jî di warê emnî de seqamgir nebûye.

Zêdetir bixwîne

13:45

Peyamên giring ên Papa Francis bo mirovatiyê

Papa Francis

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamên giring yên Papayê Vatîkanê Papa Francis ku heta îro di derbarê bûyerên wek şer, aşitî, komkûjî û aloziyên ku li ser rûyê erdê pêk hatine daye.

Peyama di derbarê Qurbaniyên şerê DAIŞê, Kanûna 2014:

“Kirîstiyan û Êzdî tenê ji ber pênaseya olî û exlaqî derd û êşên zêde dîtin û hê jî ji ber tundûtîjiya nemirovî dinalin.”

Peyama bo Krîstiyanên Mûsilê, Kanûna 2014:

“Ez fikrê li birîn û derdên dayikan dikim, fikrê li derdên pîr û kalan û koçberan dikim, fikrê li birîna qurbaniyên her coreke tundûtîjiyê dikim.”

Peyama bo Komkujiya Ermeniyan:

“Komkujiya Ermeniyan yekem komkujiya sedsala bîstan bû. Ev trajedya, ev komkujî, mixabin bû amajeya destpêka zincîreke karesatên mezin di sedsala borî de.”

Peyama bo Kurdên Êzdî, Sibata 2018:

Êzdî qurbaniyên bêtawaneke hovîtiyeke bê wate û ne mirovî ne, pêwîste mafên wan parastî bin û itîraf bi bawer û pênaseya wan bê kirin.”

Peyama bo Hîroşîma, Mijdar 2019:

“Bikaranîna çekên etomî ne exlaqiye, her wek ku çawa çekên etomî ne exlaqiye.”

Peyama bo Keşûhewa, Kanûna 2020:

“Guhertina keşûhewayê ne tenê pirseke jîngehî ye, dibe ku exlaqî, aborî û siyasî be jî. Vatikan amade ye heta 2050 qirêjkirina hewa bo asta sifir kêm bike.

Peyama bo aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê, Çileya 2020:

“Aloziyên Amerîka û Îranê zêdetirî her tiştekî metirsiye li ser proseya dereng avakirina Iraqê.”

Peyama di derbara Hejariyê de, Cotmeha 2020:

“Birçîbûn ne tenê trajîdyayeke mirovî ye, dibe ku şermezarî be jî, encama dabeşkirina ne wekhevî di berhemê zeviyê de ye.”

Peyama bo Aştî û Pêkve Jiyanê, Sibata 2020:

“Silav ji bo we hemûyan bi taybetî bo wan kesên bêyî lênerîna ol, reng û regez alîkariya hejar, nexweş û xwîşk û birayên xwe yên lawaz dikin.”

Zêdetir bixwîne

12:26

Papa Francis; lîberaltirîn Papa di dîroka Vatîkanê de

Li ser mirin û jiyanê jî, dibêje ew li mirinê difikire lê jê natirse
Li ser mirin û jiyanê jî, dibêje ew li mirinê difikire lê jê natirse

Hewlêr (Rûdaw) - Papa Francis, Endamê Grûpa Leşkerên Xwedê, dema bû Papayê Vatîkanê, soz da bi taybetî haya wî ji hejar û kesên çewisandî hebe. Ew wek lîberaltirîn Papa tê dîtin di dîroka Vatîkanê de.

Papa Benedictê şazdehem, ku berî vî kilîta Vatîkanê di destê wî de bû, dibêje serdana Papa Francis ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê tije metirsî ye.

Li aliyekî Corona û li aliyekî roketan jîngeheke jehrdar peyda kirine. Papa Francis du rojan piştî wê daxuyaniya papayê berê tiştek ji gotinên xwe ne guherandibû.

Ew dibêje bi alîkariya xwedê serdana Iraqê dike, dilê kirîstiyanên wî welatî naşikîne û demeke xelk bendewariya Papa dikin.

Li ser mirin û jiyanê jî, dibêje ew li mirinê difikire lê jê natirse. Papa Francis bi jîngeheke mîna ya Iraqê ne xerîb e.

Ew berê di serdema dîktatoriya Arjentînê de jiyaye, serdemek ku jê re tê gotin serdema şerê qirêj.

Di wê serdemê de bi hezaran kes hatin serwindakirin, dema bi gotina xwe hin caran alîkariya hinek kesan kir ji destê artêşa wî welatî birevin.

Dema bi otomobîlê hin kes di bin betaniyekê de veşartine û ew ji xalên kontrolê derbas kirine.

Li Arjentînê, Papa Francis serokê grûpekê bû bi navê Jesuit, ango Leşkerên Xwedê. Ev grûp jî beşeke ji dezgeha Vatîkanê bû û di sedsala şazdehan de hatiye damezrandin.

Her kesek ku dibe endamê wê grûpê sond dixwe amade be tirs û hejariyê debar bike û dawpak be, ne giring e jî kengî û li ku pêwîstiya wan pê heye.

Jorge Mario Bergoglio navê rast ê Papa Francis e, sala 1936 li Buenos Airesa Arjentînê ji dayik bûye, malbata wî bi koka xwe îtalî ye.

Dema 76 salan li Arjentînê jiyaye, paşê berê xwe daye Vatîkanê û dibêje ew ê heta dawiya jiyana xwe li Vatîkanê û wek Papa bimîne.

Li ser Arjentînê jî dibêje bêriya wê nake, lê xemgîn e ku rewşa aborî li welatê wî tije qeyran e.

Papa Francis yekem kes ji başûrê Amerîka ye dibe serokê Kenîseya Katolîk a Romayê û yekem kes e jî ji Leşkerên Xwedê berpirsiyariya Vatîkanê digire dest.

Dema sedsalekê ye her kesê dibe Papayê Vatîkanê dibe xwediyê koşk û cihê rûniştinê yê taybet. Lê Papa Francis zû pişta xwe da koşkê û niha li karwanserayekê dimîne.

Ew sala 1992 bû metran, piştre sala 1998 bû serokê metranan li Buenos Airesê.

Sala 2013 piştî dest ji kar kişandina Papa Benedict, bû papayê nêzîkî 1.3 milyar katolîkên cîhanê. Papa Francis bi wê yekê tê naskirin ku di hin mijarên dada civakî de kesekî lîbêral e

Pir tekeziyê li ser mafê hejaran dike, berê gotiye ku divê kenîse daxwaza lêborînê ji hevzayendan bike, li şûna ku biryaran li ser wan bide.

Lê hevdem di hin mijaran de wek kesekî muhafezekar tê ber çav, ew niha li dijî zewaca hevzayendan e.

Ne ligel wê yekê ye jin bibin keşe, herwiha jiberbirina zarokan jî wek tawaneke mezin dibîne.

Ji dema ku bûye Papa, kenîseya Katolîk li piraniya welatên cîhanê ket jêr fişara skandala tundûtîjiya seksî.

Li gor lêkolînên ku ji aliyê kenîse û dezgehên serbixwe ve jî hatine kirin, kenîseyê bi berdewamî tawanên seksî yên keşe û metranên xwe nixumandine.

Li Fransayê wek nimûne, tê gumankirin ku di dema 70 salî de, berpirsên kenîseyê tawanên seksî li dijî 10 hezar zarokan kiribin.

Bi biryara Papa Francis û li jêr fişarê, Vatîkanê yasayek derxist ku berpirsên kenîseyê pabend dike ku berpirsên di ser xwe re ji her keyseke seksî agadar bikin.

Lê yasa kenîseyê neçar nake hikûmetan ji wan tawanan agahdar bikin.

Her çiqas, Papa Francis dibêje cihê zarokbaziyê di nav kenîseyê de nîne, hinek qurbanî wisa bawer dikin ku heta niha Vatîkan ne amade ye keşeyên mezin ceza bike

Lewma di dema serdana Papa bo Polonyayê de, hinek qurbaniyan xwepêşandan kirin.

Hinek wisa bawer dikin ku Papa Francis ne tenê mijûlî reformê ye, lê belê dest bi şoreşekê di nav dezgeha Vatîkanê de kiriye.

Lê ew bi xwe dibêje ew tenê dixwaze wan reforman bike ku berê Şêwira Duyem a Vatîkanê biryar li ser wan daye, wek rêdana bi bikaranîna zimanê xwecihî li kenîseyê.

Şêwira Duyem a Vatîkanê di salên 1962-1965 de civiyan, di wê demê de hinek biryar ji bo reforman li Vatîkanê hatin dan.

Di serdema Papa John Paulê Duyem de ew biryar hatin rawestandin, lê Papa Francis ji nû ve dest bi cîbicîkirina wan kir.

Papa Francis dibe yekem papayê ku serdana Iraqê dike. Ew dibêje berêIraqî bendewarên Papa John Paulê Duyem bûn, lê wê çaxê serdaneke wisa ne rêpêdayî bû.

Lê ew niha dixwaze peyama biratî, aştî û pêkvejiyanê ji hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Iraqê re bîne.

Zêdetir bixwîne

12:17

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im serdana Papa bibe sedema hatina pêşerojeke baştir

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Papa li Vatîkanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ew hêvîdar in serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê bibe sedema anîna pêşerojeke baştir bo me hemûyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana Papa Francis bo Iraqê de li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Hêvîdar im serdana dîrokî ya Papa Francis ya bo Iraqê pêkvejiyaa aştiyane û hevsengiyê di navbera ol û etnîkên ciyawaz ên welat de bihêztir bike û bibe sedema hatina pêşerojeke baştir bo me hemûyan.”

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Ez û gelê Kurdistanê dilxwazin bo qedasetî (Papa) li Hewlêrê.”

Papa Francis demjimêr 09.35 bi dema Hewlêrê li Firokexaneya Fiomicino ya li Roma ber bi Bexdayê ve bi rê ket û piştî nîvro digihije Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Papa Francis dê li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bi şêweyekî fermî û di merasîmekê de, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê dê li holeke firokexaneyê Papa û Kazimî dê civînekê encam bidin.

Piştî kombûna li gel Kazimî, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmelê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin.

Roja 5ê Adarê Papayê Vatîkanê digihije Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve dê bê pêşwazîkirin. Paşê berê xwe dide Koşka Serokomariya Iraqê û li gel Serokomar Berhem Salih dicive. Piştre dê biçe Dêra Seyde Necat a Suryanî li Bexdayê.

Papa roja Şemiyê dê biçe parêzgeha Necefê û li wir dê li gel Ayetullah Elî Sîstanî bicive û paşê dê berê xwe bide bajarê Ûr.

Roja Yekşemê jî Papa dê berê xwe bide Hewlêrê û li firokexaneyê dê ji aliyê berpirsên hikûmî yên ayînî dê bê pêşwazîkirin. Her wê rojê Papa dê biçe Mûsilê û ji bo qurbaniyên şer beşdarî merasîmeke olî bibe. Piştî wê dê biçe Dêra Tahre ya mezin a li Qerequşê.

Papa Francis her roha Pêncşemê dê vegere Hewlêrê û ahenga esra Yekşemê ya Krîstiyan li stadyuma Franso Herîrî birêve diçe. Roja Duşemê Papa dê vegere Bexdayê li wê derê dê merasîmeke malavayî birêve biçe.

Zêdetir bixwîne

11:02

Grûpeke çekdar: Ji ber serdana Papa me êrîşên xwe ragirtin

Papa îro digihije Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Seraya Ewliya el-Dem ku berpirsyaretiya xwe ji êrîşa ser Hewlêrê ragihandibû, derbarê serdana Papa Francis de bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, di dema serdanê de, ew ê hemû êrîşên xwe rabigirin.

Di daxuyaniyekê de grûpa Seraya Ewliya el-Dem pêşwazî li serdana Papa dikin û bi zilamekî baş bi nav dikin û dibêjin, ew pêşwazî li serdana Papayê Vatîkanê bo axa pîroz û axa pêxemberan dikin û eger serdan di wê dema ku keçên Êzdî û Krîstyan bûne qurbanî û ji sisiya yek axa Iraqê kete destê DAIŞê de, wê demê, wê bandor li ser wijdana kesên ku êş û azar dîtine zêdetir bûya.

Seraya Ewliya el-Dem amaje bi wê yekê dide ku hemû corên êrîşan ji ber serdana Papayê Vatîkanê radigirin û dibêje, ji ber rêza pêşewa Seyid Sîstanî û ji ber ku ew rêzê li mêvanan digirin, weke Amerîkiyan zulmê li mêvanê Iraqiyan nakin, ji ber vê yekê em hemû corên êrîş û kiryaran radigirin.

Ew grûpa çekdar derbarê êrîşa ser bingeha serbazî ya Eyn Esed jî dibêje, pîrozbahî li mucahidan dikin û destxweşiyê li wan dikin ku operasyoneke pîroz û hûr ya Eyn Esed, dagîrker êşandin û cihên wan jinavbirin.

Şeva Duşembê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 09:30 deqe çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.

Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku di encama êrîşa mûşekî de bo ser hêzên wan li Hewlêrê, kesekî sivîl ku belênder bûye hatiye kuştin, pênc belênderên din birîndar bûne û serbazekî Amerîkî jî birîndar bûye.

Piştî êrişê jî, grûpeke milîsan a bi navê “Seraya Ewliya El Dem” ku navê wê nû ye û berê nehatiye bihîstin, di daxuyaniyeke nivîskî de berpirsatiya êrişê li xwe girt û ragihand, ew dê li ser êrişên xwe yên bo ser hêzên Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê berdewam bin.

Derbarê êrîşa mûşekî de bo ser Hewlêrê, roja 25ê Sibata 2021ê Amerîkayê çend pêgehên taybet bi grûpên çekdar ên nêzîkê Îranê li navçeya Bûkemal nav axa Sûriyê li ser sînorê rojavayê Iraqî bordûman kirin û di encam de bi kêmanî 22 çekdar hatin kuştin.

Zêdetir bixwîne

10:05

Papayê Vatîkanê dê li gel Elî Sîstanî bicive

Cadeyên bajarê Necefê bi alayên Vatîkanê hatine xemilandin

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê dixwaze bi civînê ligel Elî Sîstanî Merciê bilind ê Şîeyên Iraqê, pêkv jiyanê di navbera herdû pêkhateyên olî yên mezin li cîhanê bibe qonaxeke baştir û pêşketîtir.

Bo pêşwazîkirina Papayê Vatîkanê rê û cadeyên bajarê Necefê bi alayên Vatîkanê hatine xemilandin.

Berpirsên parêzgehê, bi girîngî li serdana Papa Francis dinerin.

Luey Yasirî, parêzgehê Necefê, dibêje, “Ev serdaneke dîrokî ye. Em behsa serkirdeyê mezhebekî dikin. Zêdetirî ji sedî 20ê akinciyên cîhanê dane ser rêya vê kesayetiyê. Herwiha serdana wî watayeke zêde girîng heye. Serdana wî jibo Ayetullah Elî sîstanî merciê bilindê olî, bandoreke wê ya zêde mezin dibe.”

Papa Francis behsa wê yekê dike, piştîvaniya gotûbêjê di navbera peyrewên olî û serxistina aştiyê û hevdû qebûlkirinê dike.

Di sala 2019ê de Papa Francis yekemîn Papaya Vatîkanê bû, ku serdana nîvçe girava Erebî kiribe.

Li bajarê Ebû Zebî yê Îmaratê, ligel şêx Ehmed Teyib, îmamê mezin ê Ezherê civiya.

Piştre belgenameyek bi navê “Birayetiya Mirov Jibo Aştiya Cîhanê” îmze kirin.

Papa Francis, Papayê Vatîkan, dibêje, “Birayetiya navbera mirovan erkê me ye, ku em nûnerên olên cîhanê ne, daku cenga cîhanî bi her awayî red bikin. Ceng encama xerab li pey tê.Fikra min li aliyê Yemen, Sûriyê, Iraqê û Lîbyayê ye.”

Belgenameya Papa Francis û îmamê Ezher çend xalên serekî lixwe girtine:

1-Perwerdeya dirust ya olan daxwaza birayetiyê û pêkve jiyanê di navbera mirovan de dike.

2-Gotûbêjkirin û belavkirina kultûrê hevtêgihiştinê dikarin hijmareke zêde ya pirisgirêkên civakî, aborî, siyasî û jîngehê çareser bikin.

3-Divê cihên olî bê cudahî bêne parastin

4-Peywendiya olê bi terorê nîne, dibe ku ji encama hevtêngihiştê di ol de çêdibe.

5-Peywendiya di navbera Rojhilat û Rojavayê cîhanê de bo herdû aliyan girîng e

Piştî 2 salan ji îmzekirina vê belgenameyê ligel kesayetiyeke diyar a mezhebê sunne, Papa Francis dixwaze destê bihêzkirina dostayetiyê bo mezhebê Şîe jî dirêj bike, ku peyrewên wî ji sedî 60ê akinciyên Iraqê dibe.

Zêdetir bixwîne

09:45

Papa Francis îro serdana Iraqê dike

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro dê bigihîje Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Papayê Vatîkanê Papa Francis bigihîje Iraqê û ji bo vê yekê rêkarên ewlekarî yê tund hatine wergirtin û polîs li piraniya cihan li Bexda hatine belavkirin û bi taybetî li nêzîkî kenîseyan. Yek ji wan kenîseyan jî kenîseya Seyide Necat e ku wê Papa Francis serdana wê bike.

Roja înê seet 9.30 balefira Papa Francis Papayê Vatîkanê û rêberê katolîkiyên cîhanê ji balefirxaneya Fiomîçîno li Roma ber bi balefirxaneya Bexda ve bi rê dikeve, tê pêşbînîkirin seet 14.00 bigihe balefirxaneyê û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di merasîmekê bê pêşwazîkirin, piştre ber bi Koşka serokatiyê ve bi rê dikevin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di twîtekê de dibêje, bi hezkirin û aştî, Iraq bi gel û hikûmeta xwe ve pêşwaziya Papa Francis Papayê Vatîkanê dike. Kazimî dibêje, Iraq berê jî û niha jî, wêstgeha dîrokî ya cihê hevdîtina Olan û bîroke û hemû bihayên mirovahiyê yên hevbeş e. Bi xêr hatî Papa bo niştîmana Somer û Babil û Aşûr û Pêxemberan.

Amadekariyên emnî û tendirustî hatine temamkirin

Bexda li benda gihiştina  Papayê Vatîkanê Papa Francis e. Rêkarên emnî yên tund hatine wergirtin. Polîs li piraniya cihan li Bexdayê hatine belavkirin.

Tîmên ser bi artêşa Iraqê li çend cihan û bi taybetî li nêzîkî kenîseyên Bexdayê xalên pişkinînê danîne. Yek ji wan kenîseyan jî kenîseya Seyide Necate ku papa serdana wê dike.

Ev kenîse di sala 2010ê de rûbirûyî êrîşeke bibû ku 52 kesan jiber wê canê xwe jidest dabûn, ev kenîse hatiye paqijkirin û rêkrên tendirustî li nav hatine wergirtin.

Karmendê berevaniya sivîl ê Iraqê Hisên Ebû Cafer “Wek amadekariyê bo serdana papa, rêveberiya berevaniyê ya sivîl kenîseyên navçeya Kerrade bi tevahî paqij kirine, bo kêmkirina egera belavbûna virusa Coronayê. Ev kampeyn bo dema hefteyekê berdewame, û îro jî roja dawî ya paqijkirinê ye.”

Yek ji wan kesên ku ji êrîşa 2010ê rizgar bû ye, bi amadekariyên emnî dilxweşe, û hêviya wî wihaye ku serdana papa bibe sedema bidawîbûna êrîşan bo ser kirîstiyanan û pêkhateyên din ên Iraqê.

"Em ji serdana Papa bihêvî ne"

Rizgarbûyê êrîşa kenîseya Seyide Necat Liwîs Kilêmîs “Em hêvîdar in serdana Papa bibe hêviyeke nû bo me, em li bendê ne ligel serkirdeyên vê derê biaxive û ji wan re bibêje, êdî bese, destên tundrewan girêbidin, daku careke din êrîş nekin ser pêkhateyan, bi taybetî ew pêkhateyên ku çekdarên wan nînin, wek Êzdî, şebek, Kirîstiyan û Behaiyî, û hemû ewên din jî wek cihûyan.”

Ewên ku di warê şûnwarî de jî kar dikin, bi nerîna wan eger Iraq di warê emnî de aram be, dê serdana papa deriyê geştyariyê bo Iraqê veke.

Şûnwarnas D.Elî Kazim “Serdana wî zêde deriyan di warê geştyarî de bo Iraqê vedike, bi taybetî geştyarên cîhanî jiber cihên pîroz ên olî.”

Papa Francis îro bi hevaltiya 20 kesan ji endamên Vatîkanê û zêdetirî 70 rojnamevanên cîhanî digihê Bexdayê, û berdevkê Vaticanê jî dibêje qedaseta   papa serdana şûnwarê Or dike, ku cihê jidayikbûna pêxember Ibrahîme, ku pêxemberekî hevbeş ê Kirîstiyan, Misilman û Cihûyan e.

Zêdetir bixwîne

09:38

Papa Francis li Iraqê ye

Papa Francis gihîşt Iraqê
Papa Francis gihîşt Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Papa Francis demjimêr 09.35 bi dema Hewlêrê li Firokexaneya Fiomicino ya li Roma ber bi Bexdayê ve bi rê ket û piştî nîvro digihije Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Papa Francis dê li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bi şêweyekî fermî û di merasîmekê de, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê dê li holeke firokexaneyê Papa û Kazimî dê civînekê encam bidin.

Piştî kombûna li gel Kazimî, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmelê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin.

Bernameya Serdana Papa Francis ku îro (05.03.2021) digihije Bexdayê

Saet 09.30 ji Balefirxaneya Fiomicino li Roma ber bi Bexda bi rê dikeve

Saet 14.00 digihe Balafirxaneya Navdewletî ya Bexda

Saet 14.00 ji aliyê Mistefa Kazimî ve tê pêşwazîkirin

Saet 14.10 civîna li gel serokwezîrê Iraqê ye

Saet 15.00 merasîma pêşwazîkirina fermî li Koşka Serokatiyê ye

Saet 15.15 serdankirina serokkomar li nivîsingeha taybet li koşka serokatiyê li Bexda

Saet 15.45 hevdîtin li gel rêkxistinên civaka sivîl û şandên diblomatkar li hola koşka serokatiyê

Saet 16.40 civîna li gel esaqife û mamosteyên Kenîsyea Seyide Necat li Bexda

 

Zêdetir bixwîne