Fermandarên serbazî yên Amerîka û Rûsyayê li Viyena civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendî û hevdîtinên serbazî di navbera Amerîka û Rûsya de derbarê Sûriyê de careke din çalak bûne. Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford û Serokerkanê Artêşa Rûsya Valery Gerasimov, li paytexta Namsa bajarê Viyena civiyan.

 

Herdu fermandaran rewşa Sûriyê û çalakiyên serbazî yên her du aliyan li wî welatî gotûbêj kirin. Li aliyekî din, îro sêşemê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jefrrey li Enqerê dosyaya Sûriyê li gel berpirsên Tirkiyê gotûbêj kir.

 

Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hiştina hêzeke Amerîkî li Sûriyê ji bo barastina aştiyê, pêwendî û hevdîtinên serbazî di navbera Amerîka û Rûsyayê de çalak bûne.

 

Di vê derbarê de Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û Serokerkanê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov li paytexta Nemsa bajarê Viyenayê li gel hev civiyan û rewşa Sûriyê û çalakiyê serbazî yên her du aliyan li wî welatî gotûbêj kirin.

 

Beriya hevdîtina herdu serokerkanan, Berdevkê Serokerkaniya Artêşa Amerîkayê Kolonel Patrick Ryder ragihandibû ku her du fermandeyên serbazî dê wê yekê gotûbêj bikin ku di dema operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê li Sûriyê de her du alî rûbirûyî hev nebin.

 

Patrick Ryder herwiha got ku her du fermande dê pêwendiyên serbazî yên Amerîkayê û Rûsyayê gotûbêj bikin.

 

Li aliyekî din hevdîtinên berpirsên Amerîkî li gel rayedarên Tirkiyê jî berdewam in. Roja sêşemê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jefrrey li Enqerê dosyaya Sûriyê li gel berpirsên Tirkiyê gotûbêj dike.

 

Nûçegihanê Rûdawê ji Enqerê ragihand, ku ew dê ji aliyê Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ve were pêşwazîkirin û dê li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar bicive.

 

Jefrey dê mijara radestkirina sîstema roketên Patriot ji bo Tirkiyê û kirîna sîstema roketên S-400 yên Rûsî gotûbêj bike.

 

Mijara Sûriyê dê di serî de were gotûbêjkirin û Tirkiyê dê ji Jeffrey bixwaze, ku nexşerêya Minbic bide xuyakirin.

 

Biryara serokê Amerîkayê Donald Trump bi vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê Tirkiye û Rûsya xistibûn nav tevgereke hevbeş de. Lê piştî ku Trump ragihand ku dê hejmarek serbazên Amerîkî ji bo demekê li Sûriyê bimînin, her yek ji Tirkiyê û Rûsyayê êdî li gor vê pêşhatê li gel Amerîkayê tevdigerin.