Şandeya Herêma Kurdistanê li Washingtonê ye: Rojeva wan çi ye?

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Amerîka Washington
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Amerîkayê re li Washingtonê ye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şandeyeke bi serokatiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li Washingtonê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeya Herêma Kurdistanê dê bi rayedarên Amerîkayê û endamên Kongreyê re bicive.

Herwiha hate zanîn ku şandeya Herêma Kurdistanê dê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yê ligel Amerîkayê, rewşa navçeyê û mijarên ku her du aliyan eleqedar dikin gotûbêj bikin.

Di şandeyê de Şêwirmendê Karûbarên Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomasiyê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih Mistefa cih digirin.

Bi Pentagonê re hevdîtin

Şandeya Herêma Kurdistanê bi Alîkara Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê ya Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî Celeste Wallanderê re civiya.

Di civînê de proseya çaksaziyê û pêngavên vê dawiyê yên Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan di hevdîtinê de li ser rewşa ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên ewlehiyê yên di çarçoveya rêkeftina stratejîk a Îraq û Amerîkayê de û hevahengiya berdewam a Amerîkayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê de gotubêj kirin

Têkoşîna li dijî DAIŞê, geşedanên muhtemel û encamên rewşa aloz a Rojhilata Navîn jî hatin axaftin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst