Çend welatiyên Tirkiyeyê bi qaçaxî çûne Amerîkayê?

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Qaçax Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Daîreya Parastina Sînor û Gumrikê ya Amerîkayê ragihand ku di nava çend salan de 48 hezar û 539 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî çûne Amerîkayê.

Li gorî amarên fermî yên Amerîkayê, ji destpêka 2020î û heta îsal hejmara welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku ji sînorê Meksîka û Kanadayê derbasî Amerîkayê bûne û daxwaza penaberiyê kiriye nêzîkî 50 hezar kesî ye.

Daîreya Parastina Sînor û Gumrikê ya Amerîkayê amarên tabloya koçberan eşkere kirin.

Li gorî amaran ji Çiriya Pêşîna 2019an heta îsal, 48 hezar û 539 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sînorê Meksîka û Kanadayê bi qaçaxî derbasî Amerîkayê bûne û wan li wir daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Herwiha hejmara welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku di sînorê Kanadayê re derbasî Amerîkayê bûne jî hezar û 298 kes in ku piranî koçberan sînorê Meksîkayê hildibijêrin.

Ji sedî 50 zêde bûye

Beriya salekê amarên fermî yên welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku bi qaçaxî derbasî Amerîkayê bûne wekî 31 hezar û 362 kes hatibû eşkerekirin wate di salekê de ev hejmar ji sedî 50 zêde bûye.

Li gorî amarên daîreyê, di nav wan kesên ku bi qaçaxî diçin zarok jî hene û heta niha 29ê wan bi malbata xwe re û 441ê wan jî bi serê xwe çûne.

Welatiyên ku bi qaçaxî diçin Amerîkayê tên desteserkirin û di girtîgehê de dimînin û bi daxwaza penaberiyê wan dişînin dadgehê.

Heger penaberiya wan ji aliyê dadgehê ve were qebûlkirin û welatiyekî Amerîkî bibe kefîl di nav hefteyekê an jî mehekê de ji girtîgehê tên derxistin.

Hinek ji wan jî ji ber daxwaza wan a penaberiyê nayê qebûlkirin tên dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst