Balyozê Amerîka li Sûriyê dê xanenişîn bibe
Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên amerîkî diyar kirin ku di dawiya vê mehê de Balyozê niha yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford ku berpirsê têkiliyên Amerîka bi opozîsyona Sûriyê re ye, dê xanenişîn bibe.
Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsên amerîkî belav kiriye ku Ford ê ku bi zimanê erebî baş diaxife, dê di dawiya vê mehê de xanenişîn bibe.
Heta niha aşkere nebûye ka Ford dê ji ber çi xanenişîn bibe, lê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki ti daxuyanî derbarê sedema xanenişîna Ford nedan.
Di çend mehên borî de, Ford li Tirkiyê û li welatên deroda Sûriyê kar dikir ji bo ku aliyên opozîsyona Sûriyê û bi taybet Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê razî bike daku tevlî kongreya Cenêv2 bibin.
Rutersê herwiha bal kişand ku hin gotgot hene ku Robert Ford dê biçe Misrê kar bike, lê berpirsên Misrê nerazîbûna xwe anîne ziman, ji ber nêzîkbûna Ford ji partiyên îslamî li Rojhelata Navîn.
Ford li Iraq û li Cezayrê jî kar kiriye û ji ber sedemên ewlekariyê di cotmeha 2011an de ji Sûriyê derket.