Balyozê Amerîka li Sûriyê dê xanenişîn bibe

05-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên amerîkî diyar kirin ku di dawiya vê mehê de Balyozê niha yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford ku berpirsê têkiliyên Amerîka bi opozîsyona Sûriyê re ye, dê xanenişîn bibe.

Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsên amerîkî belav kiriye ku Ford ê ku bi zimanê erebî baş diaxife, dê di dawiya vê mehê de xanenişîn bibe.

Heta niha aşkere nebûye ka Ford dê ji ber çi xanenişîn bibe, lê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki ti daxuyanî derbarê sedema xanenişîna Ford nedan.

Di çend mehên borî de, Ford li Tirkiyê û li welatên deroda Sûriyê kar dikir ji bo ku aliyên opozîsyona Sûriyê û bi taybet Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê razî bike daku tevlî kongreya Cenêv2 bibin.

Rutersê herwiha bal kişand ku hin gotgot hene ku Robert Ford dê biçe Misrê kar bike, lê berpirsên Misrê nerazîbûna xwe anîne ziman, ji ber nêzîkbûna Ford  ji partiyên îslamî li Rojhelata Navîn.

Ford li Iraq û li Cezayrê jî kar kiriye û ji ber sedemên ewlekariyê di cotmeha 2011an de ji Sûriyê derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst