BRÎTANYA - Alîgirên ‘Partiya Reformê’ ya li dijî koçberan zêde dibin

Duh li 05:50
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Hilbijartin Partiya Reformê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê roj bi roj alîgirên Partiya Reformê ya li dijî koçberan zêde dibin.

Hilbijartinên şaredariyanên ên Brîtanyayê dê gulana îsal bên kirin.

Nigel Farage zêdetir ji wê ya ku wekî Serokê Partiya Reformê ya Brîtanyayê bê naskirin, bi dijberiya koçberan navdar e.

Farage di kampanyaya pêşwext a beriya hilbijartinên şaredariyên Brîtanyayê de wekî her car hewl dide bi karta gefa koçberan hevsoziya civaka Brîtanî ber bi xwe ve bikişîne.

“Li her derê koçberên yasayî hene”

 Serokê Partiya Reformê ya Brîtanyayê Nigel Farage got:

“Li her derê dinêrî pêla koçberên yasayî dibînî ku rijiyane Brîtanyayê. Zêdeyî 10 milyon koçberî 20 salan borî, hatine welatê me û jiyana her takekesê Brîtanî bê qimet kiriye."

Li gorî rapirsiyeke rojnameya Timesê ya Brîtanî ku naverasta sala 2024ê hatiye kirin, alîgirên partiya Farage ji sedî 17 derketiye sedî 19, cara yekem e daye pêşiya Partiya Parêzgaran ku rêjeya alîgirên wê ji sedî 18 e.

Farage bi xwe jî piştî heft hewldanên têkçûyî, dawiyê karî li gel 4 endamên din ên partiya xwe bigihêjîne parlamentoyê.

“Divê em nîşan bidin ku Brîtanya koçberan qebûl dike"

Çalakvan Charlie Williams jî got:

"Ev der Birmingham e, bajarek e ku şanaziyê bi xwe dike, reşik, spî, ol û neteweyên cuda tê de hene.

Partiya Reformê nûnertiya rêjeyeke kêm a welatiyên Brîtanyayê dike.

Dem hatiye ku em yekdest bin û nîşan bidin ku Brîtanya welatek e ku koçberan pêşwazî dike."

Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper li Londonê naverasta meha borî, di çarçoveya karê Koma Calaisê ya taybet bi koçberên neyasayî de, li hevpîşeyên xwe yên Fransî, Almanî, Holendî û Belçîkî pêşwazî kirin.

Di daxuyaniya wan a hevbeş de rûbirûbûna grûpên qeçaxçiyên koçberan wekî karê pêşîn û armanca sereke hat danîn.

Lê tevî yasa û rêkeftinên hikûmeta Brîtanyayê ji bo rêgirtina li ber pêla koçberan û gefa dersînorkirina wan, hîn jî çûna koçberan a Brîtanyayê berdewam dike.

Roja yekema îsal de ku belemeke koçberan ji Fransayê di Kanala Îngilîzê re gihişt Brîtanyayê.

Par nêzîkî 37 hezar koçberên neyasayî bi belemên biçûk gihiştine Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst