Peykerê Omerê Xewar li avahiyeke fermî ya Brîtanyayê hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Peykerê Omerê Xewar ku sembola Komkujiya Helebceyê ye bi fermî li Salona Konferansê ya Parêzgariya Lambetha Londonê hat vekirin.

Serbaz Berzincî peyker anî û li kêleka alaya Kurdistanê danî.

Serbaz Berzincî Kurdek e li Londonê dijî ku ew vê dawiyê bi fermî wek Şaredarê Lambethê hat hilbijartin.

Ev cara yekem e di dîroka rojava de ku Kurdek dibe şaredarê beşeke girîng a paytexta Brîtanyayê.

Niha Kurdek li welatê ku tê gotin roj lê naçe ava, şaredar e û Şahzadeyên Brîtanyayê tên û pîrozbahiyê lê dikin, serbaz bi wî re wêneyan digirin û siyasetmedar bi wî dişêwirin.

Serbaz Berzincî çîroka hatina xwe ya Brîtanyayê cara yekem di bernameya Dîasporayê de anî ziman.

Ew behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û çawa gav bi gav di siyaseta Brîtanyayê de bi pêş ve çûye, pirsgirêkên ku ew wek şaredar rû bi rû ye dike.

Li salona ku Şaredarê Kurd bi cil û bergên xwe yên taybet serokatiya civîna parêzgehê dike Serbaz Berzincî ji temaşevanên Rûdawê re behsa kevneşopiyên demokrasiya Brîtanyayê dike.

Kesên ku dibin welatiyê Brîtanyayê li ber siyasetmedarê Kurd sond dixwin.