Holanda: Hûrgiliyên kuştina Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd Hesen Elî yê ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê 31ê Berfanbara 2022an li Holandayê bi kêrê hat kuştin.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî çû Holandayê û bi malbata Hesen re axivî. Ew malbata Kurd xelkê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne û şeş sal in ku li Holandayê dijîn.

Dayika Hesen, wêneyê kurê xwe nîşanî peyamnêra Rûdawê dide û dibêje, ew ji ber şer û bêkariyê ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne û li Holandayê bicih bûne.

Dayika Hesen dibêje, 4 zarokên wê hene û hevjînê wê di zindana Sûriyê de ye û kurê wê yê mezin şeva sersalê bi kêrê hat kuştin.

Dayika Hesen, Yasemîn Henan got, “Berî zêdetirî 2 salan kurê min dîsa birîndar kir, kurê min gilî lê kir wî jî ceza xwe xwar, diçû û dihat digot ez ê te bikujim. Li pêşiya her kesî got, gef xwarin. Min fem nekir madem gefan li xelkê dixwe çima li derve dihêlin.”

Dayika Hesen daxwaz ji polîsê Holendayê dike ku alîkariya wan bike, ji ber ku li bajarokê Baladel ku 20 hezar nişteciyên wê hene, kesekî berdewam gefa kuştinê li Hesen xwariye û dibêje, polîs alîkariya wan nekiriye.

Kurmetê Yasemînê, Ciwan Mehmûd Enter dibêje, “Dema dayika wî got Nick xeter e, ne tenê ji bo Hesen ji bo çend malbatên din jî, polîs got em nikarin alîkariya we bikin. Her polîs bazin xistine lingan.”

Nick Daburi yê 18 salî bavê wî Hollandî û dayika wî Fîlîpînî ye, ji aliyê bapîrê xwe ve hatiye mezinkirin û dayik û bavên xwe ji dest daye. Ji wê rojê ve hatiye girtin lê polîs ti zanyariyan nade.

Xalî Hesen, Elî Hinan Hesen jî got, “Min nedixwest biçim bibînim jî pir cihên wî kêran lê xistibû.”

Yasemîn dayika ciwan, 4 zarokên wê hene, Hesen kurê wê yê mezin bû. Dayika wî Yasemîn dibêje Hesen xortekî jîr û dilgeş bû û li vir di pola şeşê ya dibistana amadeyî de bû. Roja Înê dê were veşartin.