Senatorê Amerîkî: Ma dema serxwebûna Kurdistanê nehatiye?

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî parlamentoya Iraqê, proje-yasaya ku derxistina hêzên biyanî û Amerîkayê ji Iraqê” lixwe digire erê kir, Senatorê Eyaleta Floridayê Marco Rubio ragihand ku dem hate êdî Kurdistan bibe dewleteke serbixwe.

Parlementoya Iraqê îro Yekşemê (05.01.2020) li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis û “derxistina hêzên biyanî û Amerîka ji Iraqê” civîneke awarte pêk anî.

Di civîna parlamentoya Iraqê de projeya-yasaya ku “derxistina hêzên biyanî ji Iraqê” lixwe digire bi piraniya dengên parlementerên beşdar bûne hat qebûlkirin.

Senatorê Komariyan ê Eyaleta Floridayê Marco Rubio piştî vê biryara parlamentoya Iraqê, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.

Marco Rubio wiha got: “Ma niha dema serxwebûna Kurdistana ku weke bakurê Iraqê tê zanîn nehatiye?”