15 hezar çekdarên sune û şîa li Sûriyê şer dikin


Hewlêr (Rûdaw)- Şerê ku ev nêzîkî 3 salane di navbera çekdarên opozîsyonê û rejîma Sûriyê de didome, çekdarên radîkal ên şîa û sune li seranserê cîhanê ber bi xwe ve dikişîne.

Li gor lêkolîneke ku ji aliyê navenda Meir Amit û navenda zanyariyan a li Til Avîvê hatiye kirin, di navbera 6 hezar heta 7 hezar çekdarên biyanî yên sune li Sûriyê şerê hêzên rejîma Beşar Esed dikin.

Herwiha çekdarên biyanî yên şîa ku li kêleka hêzên rejîmê şerê hêzên opozîsyona Sûriyê dikin hejmara wan di navbera 7 hezar heta 8 hezar çekdar e.

Li gor lêkolîna ku ji aliyê rojnameya Washington Post a amerîkî ve hatiye belavkirin, nêzîkî 4 hezar û 500 çekdarên sune yên ku li Sûriyê ne ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur hatine, bi taybet Lîbya, Tûnis û Erebistana Siûdî, lê çekdarên xwedî ezmûn ji Iraqê ne.

Herwiha zêdetirî 1000 çekdarên sune ji Ewropaya rojava bi taybet ji Belcîka, Berîtanya, Fransa, Holanda û Almanya hatine û hinek jî ji Amerîka û Keneda ne.

Derbarê sedema çûna vê hejmara mezin bo Sûriyê de, generalê malnişîn ê îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê ku rêveberê navenda Meir Amit e Reuven Erlich got “Çûna bo Sûriyê gelek hêsane, kesê bixwaze cîhadê li wir bike tenê wê têketa balafira heta Stenbolê bide”.

Ji Stenbolê jî, bi şevekê dê di rêya pasan re bigihe ser sînorê Sûriyê û li wir bi hêsanî dikare têkilî bi kesên ku xortan ji bo şer dibine Sûriyê, dane.

Rêvebera navenda Meir Amit vê yekê wek metirsiyekê dibîne, ji ber ku wek ew dibêje, çekdarên sune naçin tevlî Artêşa Sûriyê ya Azad ku zêdetir skolarîste (elmanî) nabin, lê ew tevlî grûpên girêdayî Qaîde dibin, bi taybet Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya ku “xwarin, çek, îdyolojiyeke cîhadî ya baştir ji wan re peyda dike”.

Reuven Erlich herwiha got “Ew çekdar fêrî şer dibin û dibine radîkal û zêdetir bi cîhadê ve tên girêdan û piştre vedigerine welatên xwe”.

Lêkolînerên navenda Meir Amit gotin ku herwiha 7 hezar heta 8 hezar çekdarên biyanî yên şîa jî li Sûriyê li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şer dikin, di nav de çend hezar çekdarên Hizbullahê Libnanê ne.

Hejmarên ku wê navenda îsraîlî derbarê hejmara çekdarên biyanî li Sûriyê belav kirine gelekî nêzîkî texmînên ku çend navendên din ên wek Peymangeha Washington û Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Radîkalî berî niha belav kiribûn.

Tiştê nû yê ku navenda Meir Amit gihştiyê ewe ku piraniya çekdarên biyanî ciwanin û temenê wan di navbera 23 heta 26 salan de ye.

Li gor wê navendê jî, di navbera 500 heta 700 çekdarên biyanî li Sûriyê hatine kuştin.