Li Fransayê hikûmet belav bû

7 demjimêr berê
Nîşan Fransa Hikûmet Michel Barnier
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Serokwezîr Michel Barnier li Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê “dengê pêewlehiyê” nesitand û ji kar ket.

Îro li Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê dengdana pêewlehiyê hat kirin.

Hikûmeta Rastgir a Navendî dengên pêwîst nesitandin û belav bû.

Hikûmetê 574 dengên “na” û “331” dengên erê sitandin û ji dengdana pêewlehiyê derbas nebû.

Li Fransayê piştî nakokiyên li ser budceyê qeyraneke siyasî rû da û dengdana pêewlehiyê hat kirin.

Serokwezîr Barnier sê meh berê dest bi karê xwe kiribû û niha neçar e îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanuel Macron bike.

Hikûmeta Barnier hikûmeta yekem e ku ji 1962yan ve ji hev belav dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst