Rûsya: Welatên Rojavayî li Sûriyeyê şiyanên xwe diceribînin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rûsya NATO Amerîka Heyeta Tehrîr El Şamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maria Zaxarovayê got, “Sûriye bûye meydanek ku welatên Rojavayî şiyanên xwe lê diceribînin.”

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê di kongreya xwe ya rojnamegeriyê de pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê yên li ser mijarê bersivandin.

“Em bi Şamê re di pêwendiyê de ne”

Maria Zaxarovayê da zanîn ku Rûsya hewl dide aloziyan rawestîne û ji bo rawestandina wan li rêyên cuda digere û got:

“Em bi berdewamî bi Şamê re di pêwendiyê de ne lê naxwazim behsa hûgiliyan bikim.

Her wiha em bi rêya kanalên dîplomasiyê pêwendiyên xwe yên bi welatên garantor re jî didomînin.

Axaftinên me yên bi rêya telefonan jî didomin û me ji bo dema li pêşiya me plana çend civînan kiriye.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku welatên Rojavayî li Sûriyeyê hêza xwe diceribînin û anî zimên:

“Sûriye bûye meydanek ku di serî de Amerîka, welatên Rojavayî şiyanên xwe lê diceribînin.”

“Çavkaniyan didizin”

Maria Zaxarovayê amaje pê kir ku welatên endamên NATOyê dibin sedema avabûna komên terorîst û wê got:

“Ev welat ji bo ku bigihin armancên xwe û Hikûmeta Sûriyeyê ji birêvebiriyê dûr bixin piştgiriya aborî û çekan didin.

Dema bi ser nakevin jî bi hinek rêyên din hewl didin Sûriyeyê qels bikin û dawiya dawî çavkaniyên wê didizin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst