Bruksel (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên welatên endamên NATOyê li Bruksela paytexta Belçîkayê dicivin.
Wezîrên karên derve yên welatên endamên NATOyê di civînên ku doh dest pê kirin û îro dewam dikin de, bipêşketinên dawî yên li Ukrayna û Rojhilata Navîn û tiştên ku NATO dikare bike gotûbêj dikin.
Şah Ebdulahê 2yem ê Urdin cara yekem beşdarî kombûneke fermî ya wezîrên derve yên Natoyê bû.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno kontrolkirina Helebê ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê ve ji wezîrên karên derve yên Slovenya, Swêd, Luksemburg û Kanadayê pirsî.
"Em bangî hemû aliyan dikin ku rê nedin alozî zêdetir bibe"
Wezîra Karên Derve ya Slovenyayê Tanya Fajonê helweste xwe ya derbarê kontrolkirina Helebê de wiha bang kir:
"Ez nû ji Kahîreyê vegeriyam û me doh rewşa Sûriyeyê gotubêj kir.
Em pir bi fikar in û rewşa ku heye gelekî nîgeranker e.
Em bangî hemû aliyan dikin ku rê nedin alozî zêdetir bibe.
Tiştê ku xuyaye ew bûyer ji bo hişyariya hemû hêzên siyasî civaka navneteweyî bû pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye."
"Divê behsa çareseriya du dewletî ya Filistîn û Îsraîlê bê kirin"
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergradê diyar kir ku divê li Rojhilata Navîn agirbest pêk were û got:
"Em ji bûyerên ku li Sûriyeyê çêdibin agahdar in. Bipêşketin gelekî bi lez bûn, em jî ji nêzik ve çavdêriya wê dikin.
Divê li Rojhilata Navîn agirbest pêk were da ku rê li azadkirina welatiyên sivîl bê vekirin.
Divê hemû alî li ser maseyên danûstandinan kom bibin û behsa çareseriya du dewletî ya Filistîn û Îsraîlê bikin û dîlan azad bikin."
"Esed an cîhadî, her du jî ew in ku ez dixwazm ji wan xelas bibim"
Wezîrê Karên Dervê yê Luksemburgê Xavier Bettel tekez kir ku nabe ti aliyek xwe bi ti aliyên aloziya Sûriyeyê re bike yek û wiha axivî:
"Ev pêşhate baş nîne lêHikûmeta Sûryeyê jî xerabe. Du aliyên xerab şerê hev dikin, ti tiştekî baş ji wan dernakeve.
Esed an cîhadî, her du jî ew in ku ez dixwazm ji wan xelas bibim.
Tevî vê yekê jî min got ku ya zehmet rewşa xelkê ye û mirov ji ber wan dinalin lê her da alî jî wiha ne ku mirov nikare piştgirya wan bike."
Li aliyê din Wezîra Kerve Derve ya Kanadayê Melanie Joly diyar kir ku ew dê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkeyeyê Hakan Fîdan re bicive ji bo ku rewşa heyî baştir fêm bike.
Melanie Jolyê wiha pê de çû, "Em ji nêzik ve çavdêriya rewşê dikin û min li gel hevkarên xwe derbarê rewşê çend danûstandin kirin.
Her wiha ez îro jî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dicivim û hêvîdar im têgihiştineke bêtir li ser vê pirsê çêbibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse