Li pêşiya Koşka Spî 11 hefte ne xwepêşandan tê kirin

04-12-2022
Diyar Kurde
Li pêşiya Koşka Spî 11 hefte ne xwepêşandan tê kirin
Li pêşiya Koşka Spî 11 hefte ne xwepêşandan tê kirin
Nîşan Koşka Spî Amerîka Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diasporaya Kurdistanê û Îranê 11 hefte ne li ser hev ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li pêşiya Koşka Spî ya Amerîkayê kom dibin. Xwepêşander daxwazê ji Biden dikin ku piştevaniya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bike û guvaşê li ser Hikûmeta Îranê bike. Jin û pêkhateyên li Îranê roleke wan a sereke di xwepêşandanan de heye, hejmareke ciwanên Kurd roleke berçav di rêkxistina wan xwepêşandanan de hene. Tevî wê yekê hejmareke welatiyên Amerîkî jî beşdar dibin û piştevaniya xwepêşandanan dikin.

Sirwe Selîmî keçeke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye û endama Tîma Rêkxistina Xwepêşandanên Gelên Îranê li Washingtonê ye.

Her hefte bi tîma re xwe xwepêşandanan amade dike û di xwepêşandanan de li pêşiyê ye û dirûşman dibêje.

Yek ji rêkxerên xwepêşandanê Sirwe Selîmî got, “Ev hefteya yazdehemîn e ku em li vir kom dibin, xwepêşandanê dikin û ji bo Îranê şer dikin û dibin dengê wan.”

Tîma amadekar ji nûnerên piraniya neteweyên li Îranê pêk tê û dirûşm li ser navê hemû neteweyên Îranê ji Kurd, Fars, Azerî û Tirkan têne gotin.

Di heman demê de jin di xwepêşandanê de xwedî roleke bibandor in û pêkhateyên sereke yên xwepêşandanê ne.

Mamoste Tara Elî anî ziman, “Ev karê herî kêm e ku ez dikarim bo gelê xwe li Îranê bikim, gelek guvaş li ser wan heye, gelek zehmetiyan dikişînin, ev karê herî kêm e ku em dikarin bo gelê xwe bikin, her hefte em ê li vir nerazîbûna xwe nîşan bidin heta wê dema ku em encamekê bi dest dixin.”

Vê hefteyê xwepêşandan li ber deriyê Koşka Spî dest pê kir, platforma sereke tenê bi 100 metreyan dûrî Koşka Spî û cihê rûniştina Serokê Amerîkayê Joe Biden bû, di nav xwepêşanderan de hejmareke Amerîkî jî hebûn.

Tattooist Daniel Hardsty got, “Ez li vir im ku piştevaniya wî xelkî bikim, ez hêvî dikin ku ew bi ser kevin, ez her hefte têm heta ku piştevaniya wan bikin.”

Xwepêşanderan dirûşmên wek Jin, Jiyan, Azadî, guhertina hikûmetê, rawestandina rêkeftina etomî û dadê ji bo Îranê gotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst