Hollanda (Rûdaw) - Li Hollandayê 21emîn civîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) destpê kir. Di civînê de êrîşên Tirkiyê bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û xwepêşandanên Rojhilatê Kurditanê têne gotûbêjkirin.
Di kongreyê de hewl tê dayîn ku derfeta lihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî bê amadekirin, ku heta niha nehatiye bidestxisitn.
Hevserokê sê salên derbasbûyî ku pêşnyaz heye berdewam be di erkê xwe de, dibêje her parçeyeke
Kurdistanê rewşeke xwe ya taybet heye û li gorî wê rewşê gotûbêj tên kirin.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Karamûs got “Em dê di kongreyê de li ser guftûgo bikin li ser danûsetendinê bikin, li ser munaqeşe û şîrove dê bên kirin. Her beşeke Kurdistanê li gor rewşa xwe spesîfîk Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur û rewşa Kurdên ku li diyasporayê li tevahiya cîhanê.”
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, wek sazî û kesayetî bi endam an mêhvan beşdarî kombûn û panellên sê rojî yên KNKê ne. Dixwazin bi yekdengî piştgiriya nerazîbûn û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Seîd Senendecî dibêje “Em bi hêvî ne ku bi awayekî bikaribin piştgiriya xebata çi li Rojhilatê Kurdistanê, çi li Rojava, çi li Başûrê Kurdistanê ku îro beşeke wê di bin dagirkeriya Tirkiyê û Îranê de û çi li Bakurê Kurdistanê be bikin. Bi awayekî were nîqaşkirin ku bigihêjine yekrêzî û yekdengiyê.”
Yûnis Behram ê ji Rojavayê kurdistanê ku mirovekê pirr alî ye û yek ji karên ji civaka kurdî re dike, berpirsê komeleyeke dostaniya Alman-kurdî ye. Behram dibêje KNK bingeheke baş e li ser bê avakrin lê bêyî sê qutabxaneyên Hîzbî yên Kurdî ku nakokî û cudahiyên wan hene ev kar zehmet e.”
Berpirsê Foruma Almanya Yûnis Behram diyar kir “Tevî ku hîn jî ne di wê asta ku em bibêjin Kurdistanî û em pê Kurdistanekî li ser bingeha wê ava bikin, lê ji herkê herkesî ye taybet qata rewşenbî ku karibin ew bandoreke mezin li her sê medreseyên me yên hizbî bikin. Sê medreseyên me yên hizbî hene ji wan tê xwestin ku ew karibin kongreyekî neteweyî Kurdistan bi vî şeklê hanê ku bûye weke bingehekê avabikin ku em karibin di pêşerojê de tiştekê Kurdistanî yekbûyî bidest bixînin.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dixwaze zemînesaziyê ji bo lihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Kurdistanî bike lê ji sedemên nakok û cûdahiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê, ev hêvî pêk neaniye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse