Papayê Vatîkanê dê 50 koçberan bibe Îtalyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê Papa Francus ji bo koçberan bang li cîhanê kir ku êdî ew di bin konan û çadiran de nemînin û ji wê zilmê rizgar bibin. Herwiha Papa dê 50 koçberan bi xwe re bibe Vatîkan.

Hejmareke mezin ji koçberan niha li Qibrisê dimînin û ew bi qaçaxî ji Tirkiyê derbas bûne û heta niha yekîtiya ewropa xwedî li wan dernakeve.

Hejmarek penaber ji gelek welatên Cîhanê, li pêşiya Kenîseya Xaça Pîroz an Holly Cross civiya ne, hêviya xwe bi Papayê Vaticanê girêdane, daku wan l gel xwe bibe Vatikanê. Papa Francis serdana vir kiriye û tê gotin ku ew dê 50 penaberan bo Îtalyayê veguhêze. Basil penaberekî Sûrî, xelkê bajarê Reqayê ye, hatiye vir, bi hêvî ye ku Papa wî û malbata wî bibe Îtalyayê.

Papayê Vatîkanê Papa Francîs di serdana xwe ya Qibrisê de bi amadebûna 250 koçber nimêj kir û got ew rojane êş û azara koçberan di kampan de û li ser riya dibînin divê dawî li wê yekê were.

Penaberekî Sûrî ji Reqayê Basil Smaîl dibêje: “Birayekî min li Îtalyayê ye, temenê wî 12 sal in, dilê min bi wî ve ye, kesekî mezin ligel nîne ku çavên wî lê be, ez hewl didim xwe bighînim ba wî, lê ez nikarim, ez ditirsim ew li Îtalyayê wenda bibe. Eger ne li Îtalyayê be, bile me bibin cihekî din daku em bighin hev, em hatine vir, bi hêviya ku Papa me ligel xwe bibe Vaticanê, jiyana vir a li kampê zehmet e.”

Yek ji mijarên sereke ya serdana Papa bo Qibrisê û piştre bo Yunanê, mijara penaberan e, yên ku bi rêya beleman xwe dighînin wir. Mehmûd penaberekî xelkê Filistînê ye û ji Sûriyê ye, ew jî hatiye vir bi hêviya ku biçe Îtalyayê.

Penaberê Filestînî yê ji Sûriyê Mehmûd jî got: “Bi rêya belemên mirinê, ez gihiştim Qubrisê. Ez wek penaber li Sûriyê ji dayik bûm û texmîn dikim ezê wek penaber jî bimrim. Ez û hemû penaberên ku li vir hene xewna me ew e ku em hêviya xwe ji dest nedin.”

Sala 1974an Tirkiyê dest danî ser beşê bakur ê Girava Qibrisê û li wir Komara Bakurê Qibrisê ragihand ku tenê ji aliyê Tirkiyê ve itiraf pê hatiye kirin.

Hikûmeta Qibrisê ya ser bi Yunanê, Tirkiye û hikûmeta beşê bakur bi wê yekê tohmetbar dike ku bi awayekî sîstematîk koçberan wek kartekê bikar tînin, daku guşaran bixin ser hikûmeta Qibrisê û Yunanê û herwiha Yekîtiya Ewropayê.