Îstixbarata Amerîkayê: Eger heye Rûsya destpêka 2022ê Ukrayna dagîr bike

Hewlêr (Rûdaw) - Raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê behsa egera kontrolkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve dikin û Parlamentoya Ukrayna ya cîranê Rûsyayê bilez civîneke taybet bi gotûbêjkirina pêngavên vê dawiyê yên Moskowê li beramber welatê xwe saz kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayna Oleksiy Reznikov dibêje: “Hejmara hêzên Rûsyaya Federal li navçeyên me yên dagîrkirî û li nêzîkê sînorên me nêzîka 94 hezar û 300 kes e. Dijmin her ji niha ve dest bi rahênan û komkirina tank û otomobîlên serbazî li nêzîkê sînorên me kiriye. Li gor nirxandinên me, Rûsya hinek pêngavên alozker diavêje ku eger heye dawiya meha Çile ya sala bê bigihe asta herî bilind a amadebaşiyê.”

Raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê behsa egera kontrolkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve dikin. Li gor nirxandinên serbazî, dibe ew eger di dawiya meha yek a îsal de bê dîtin. Medya Amerîkayê ew eger gihandiye Biden.

Peyamner ji Serokê Amerîkayê Joe Biden dipirsê: “Çi li Ukraynayê diqewime? Çi li sînorê navbera Ukrayna û Rûsyayê diqewime û hun di wê derbarê de çi dikin?” Di bersiva xwe de Joe Biden jî dibêje: “Di peywendiyeke berdewam de me ligel hevpeymanên me yên li Ewropayê, herwiha ligel Ukrayniyan. Wezîrê Derve û Rawejkarê Asayîşa Niştimanî yên nav îdareya min bi tevahî haya wan ji wê mijarê heye; Ya ez dikim komkirina hemû tiştan e daku di dawî de bigihin destpêşxeriyeke watedar daku bi rêya wê rewşê bo Putin gelekî gelekî giran bikin daku wî karî neke ku tirsa xelkê heye bike.”

Nêzîkî 40 roj e, Rûsyayê dest bi tevgereke diyar li nêzîkê sînorên rojhilatê Ukraynayê kiriy; Çend roj berî niha manoreke deryayî û esmanî ya pêşketî di Deryaya Reş de kir, ew deryaya ku peravên Tirkiye, Bulgaristan û Romanya, hersê welatên endamê NATOyê li ser hene û vê jî nîgeraniya Moskowê zêde kiriye ku Kiev bibe endamê NATOyê.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jî dibêje: “Na, ti bijardeyek li ber Ukrayna nîne ku dest ji hewldanên endambûna NATOyê berde, ji ber destûra Ukrayna dibêje, divê Ukrayna bi pey endambûna NATO û Yekîtiya Ewropayê de be. Rûsya tiştan berovajî dike, xwe wek qurbanî pêşan dide û daxwaz dike Ukrayna garantiyê bide ku nebe endamê NATOyê, em wê daxwazê red dikin.”

Dosyeya Ukraynayê di nêzîkî hemû civînên navdewletî de tê gotûbêjkirin; ew cihê ku têde Putin hewl dide nîgeraniyên Rojava kêm bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got: “Derbarê zêdebûna aloziyan de bi taybetî li ser sînorê navbera Rûsya û Ukraynayê, hun baş agahdarê helwêsta me ne û we bihîstiye jî Serok Putin di wê derbarê de çi dibêje; em ti milmilaneyekê naxwazin.”

Biden xwest ji Koşka Spî ber bi cihê betlaneya dawiya hefteyê biçe, lê pirsyareke derbarê Rûsyayê de ew vegerand û got: “Haya me ji karên Rûsyayê heye û pêşbînî dikin di wê derbarê de gotûbêjeke me ya dûr û dirêj hebe.” Ew gortûbêj jî biryar e di heman mehê de bê kirin ku îdareya Biden pêşbîniya êrîşeke mezin a artêşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê dikin.”