Trump; Şandiyê Xweda!

05-12-2019
Nîşan Amerîka Donald Trump
A+ A-

Xwedayê mezin, bi dirêjiya dîrokê kesên ne temam bikar anîne. Ez di vê baweriyê de me, Trump yekane hilbijartiyê Xweda ye. Ev gotina Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry ye. Perry û gelek kesên din ku piştevaniyê li Serokê Amerîkayê Donald Trump dikin, wiha bawer dikin ku Trump hilbijartî yê Xweda ye. Renge ev gotina Perry li cem gelek kesan cihê matmayînê be, lê belê di rastiyê de ew yek baweriya gelek dengderên Trump e.

Trump bi dengê Krîstiyanên Îvancilîk (Evangelic) bûye Serokê Amerîkayê. Îvancilîk, Krîstiyanên Protesant in û kesên gelek bawermend in û piraniya wan jî çermspî ne. Di hilbijartina serokatiyê ya sala 2016 de %81 wan Krîstiyanên ku dengê xwe dane Trump, ji Krîstiyanên Îvancilîkan in. Ew dizanin reftar û dîroka jiyana Trump tijî ji karên xirab e û li gel nirxên wan nagunc e, lê belê piştrast in ku tevî hemû wan tiştan, Trump niha bûye parêzerê nirxên ku ew pê bawer in, ji wan jî dijatîkirina hevregezxwazî û koçberiyê. Lewma jî amade ne çavê xwe li ser reftarên kesî yên Trump bigirin.

Xizmeteke mezin ku Trump di derheqê Krîstiyanên bawermend de kiriye, danîna derdora 100 dadwerên konservatîv li dadgehên Amerîkayê ye. Gelek kes, hem kesên lîbera û hem kesên konservatîv di wê baweriyê de ne, ku piştî bidawîbûna dema serokatiya Trump jî dê bandora wî bo dema bi dehan salan li Amerîkayê bimîne. Hejmara wan dadwerên ku Trump di dema 2 salên serokatiya xwe de erkdar kirine, ji hejmara dadwerên ku George W. Bush di dema 8 sal serokatiya xwe de danîne, zêdetir e. Bandora wan dadweran li ser jiyana civakî ya amerîkiyan gelek mezin e. Ew dadwe bi yekalîkirina kêsyên li dadgehên li gor nerîneke konservatîv, Krîstiyanên Îvancilîk gelek kêfxweş dibin. Ew  li Amerîkayê di ware dadweriyê de wek şoreşeke konservatîv tê naskirin, ku piştî nemana Turmp di desthilatê de jî, dê bandora wane her berdewam be.

Beşek ji piştevaniya mezin a Krîstiyanên Îvancilîk bo Donald Trump vedigere bo siyasetên rêveberiya Anerîkayê di maweya 8 salên serokatiya Barack Obama de. Barack Obama serokek bû ku ne bi dilî Krîstiyanên Îvancilîk bû, çimku Obama tevî ku li Hawai ji dayik bibû, lê belê temenê xwe yê zarokîtiyê li welatekî piranî Misilman derbas kiribû. Ew kurê jineke çermspî ye ku li gel zilamekî Afrîqayî zewicîbû. Zêdebarê wê, navê Obama jî seyr e û navê bavê wî jî Hisên e. Heta çîroka wê yekê ku Obama Krîstiyan e, ne bi dilî Îvancilîkan e, çimku ew li ser destê qeşeyekî çermreş bûye Krîstiyan ku rexneyên tund li Amerîkayê digire.

Obama herwiha wek yek ji serokên herî lîberal ê Amerîkayê tê naskirin. Di serdema serokatiya wî de li tevahiya 50 eyaletên Amerîkayê zewaca di navbera hevregezxwazan de bû yasayî. Siyaseta Obama di meseleya parastin an jî jinavbirina zarokê/a di nav zikê dayikê de bû sedema hêrsbûna tund a Krîstiyanên Îvancilîk. Çimku Obama digot, jin azad in ji parastin an jî jinavbirina zaroka di nav zikê wan de. Lê belê Krîstiyanên Îvancilîk ew yek wek dijatîkirina mezin a nirxên xwe yên olî dîtin, lewma jî li dû kesekî digeriyan, daku nirxên wan biparêze.

Îvancilîk di dema kempînên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, dixwastin piştgirî bidin kandîdekî din, lê belê bi dilê wa derneket. Paşê dema ku guh dane sozên Trump, biryar dan ku piştgiriyê bidin wî. Di yekemîn roja destbikarbûna xwe de jî, Trump dest bi cîbicîkriina sozên xwe kir, wê yekê jî gelek bi başî bingeha baweriya di navbera wî û dengderan de bihêz kir.

Tişta cihê balkişandinê ye, ev e ku di dema êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de serkirdeyên Îvancilîk dengê xwe yê nerazîbûnê bilind kirin û li dijî biryara Trump a ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê li Sûriyê axivîn. Pat Robertson ku yek ji kesatiyên herî navdar ê Krîstiyanên Îvancilîk e, hişyarî da Trump û got: “Serok di metirsiya jidestdana piştevaniya Xwedê de ye.” Trump zû kete tevgerê û zû pêwendî bi kesayet û serkirdeyên Îvancilîk kir û hewl da, di vî alî de wan piştrast bike.

Êrîşa berdewam a Demokratan bo ser Trump û hewlên wan li Kongrêsê ji bo encamdana lêpirsînê pê re bandor li ser dengderên Îvancilîk çê nekiriye. Di rapirsiya herî dawî de derketiye holê ku derbarê Trump de ti guhertineke bingehîn di nerîna Krîstiyanên Îvancilîk de çê nebûye. Lewma niha ew gelek ji berê zêdetir dengê xwe bilindtir dikin û bi aşkere dibêjin, em dizanin Trump kesekî gunehkar e, lê belê em piştrast in ku ew yekane hilbijartî û şaniyê Xweda ye. Kesayetên diyar ên Komariyan ên weke Mike Pompeo p Nikki Haley jî li ser heman nerînê ne. Nikki Halley dibêje: “Hinek caran Xweda kesekî li cihekê datîne, daku em jê fêr bibin, hinek caran jî kesekî li cihekê datîne daku guhertinan bike.” Heta niha Trump bi xwe jî wan gotinan dubare dike. Trump hevîna îsal li nav baxçeya hewşa Koşka Spî û li pêşberî rojnamevanan de berê xwe de esman û got: “Ez yekane şandiyê Xweda me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst