Du xortên Kurd beşdarî di Foruma Navdewletî ya Ciwanên Xwebexş de dikin

04-12-2019
Xalid Hisên
Du xortên Kurd beşdarî di Foruma Navdewletî ya Ciwanên Xwebexş de dikin ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve diçe.
Du xortên Kurd beşdarî di Foruma Navdewletî ya Ciwanên Xwebexş de dikin ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve diçe.
A+ A-

Soçî (Rûdaw) - Li bajarê Soçî yê Rûsya, Foruma Navdewletî ya Ciwanên Xwebexş dest pê kiriye, û biryar e heya 5ê vê mehê karên wê forumê berdewam bin.

Ev sê sal in ku li welatê Rûsyayê ew forum tê sazkirin, navnîşana foruma îsal jî bi navê Encamdana Başiya Bê Beramber e. Foruma îsal ji 2ê Kanûnê ve dest pê kiriye û heta 5ê Kanûnê berdewam dik.

Di dema 3 rojên forumê de, hejmareke çalakî û mîtîng û panêlên cuda di derbarê karê xwebexşiyê de, dê bêne encamdan.

Di foruma îsal de 2 xortên Kurd ji Başûrê Kurdistanê ve beşdar in û weke ku ew dibêjin, ew dê hewl bidin salên bê ev forume li Herêma Kurdistanê were sazkirin.

Navê wan xortên Kurd, Remezan Şêrwanî û Mihemed Ebas e.

Remezanê Şêrwanî ku ji Hewlêrê ve beşdarî forumê bûye, derbarê amadebûna xwe di forumê de ji Rûdawê re dibêje: “Giringtirîn tişt di beşdarîkirina vê forumê de, çêkirina lobiyan bo pirsa Kurd e. Wek em dizanin, Ermenî û Îsraîliyan karîn bi çêkirina lobiyan, serbixwe bibin, û ew yek armanc û hêviya her kurdekî ye jîm ev yek ji xalên giring e. Xaleke din a giring ev e, piştî bidawîbûna vê korbendê, dê me weke organîzatorê wê korbendê li Kurdistanê bidin naskirin weke her welatekî din. Heta niha Kurdistanê rêkxerek nebûye ku salane hin kes bi nûneratiya Kurdistanê bên û di forumê de amade bibin. Herwiha anîna stafa protokolê ya vê korbendê bo Kurdistanê jî karekî gelek giring e. Ev yek dibe sedem ku ji nêzîk ve xizmeta ciwanên me bê kirin.”

Mihemed Ebas jî dibêje, ji bo ku ew bikarin xwe bigihînin Rûsyayê û tevlî korbendê bibin, gelek astengî hatine pêşiya wan û diyar kir, yek ji wan astengiyan ev e, ti sponsorek nebû ku alîkariya me bike. Mihemed Ebas got: “Ev korbend û konferans gelek giring in, eger hikûmet, yan alî û rêxistin bikarin alîkariya me bikin, em jî dikarin tiştên baş bikin.”

Ji gelek welatên cîhanê de xort di wê forumê de beşdar in. Saniyo Penelope yek ji wan kesan e û ji Uganda, ku welatekî Afîqay ê ye, beşdar bûye.

Saniyo Penelope dibêje: “Ez ji Uganda ve hatime vir daku beşdariyê di korbenda navdewletî ya xwebexşan de bikim, çimku di vê baweriyê de me, ev derfeteke ji no karê bi tori. Di heman demê de giring e jî li vir em bi boneya xwebeşxîtiyê ahengê lidar bixin, çimku wiha bawerim ku ev rêyeke nû ye bo encamdana karê xêrxwaziyê ku sûdê digihîne nivşên bê.”

Tê çaverêkirin, derdora 7,000 kesan di korbenda îsal de beşdar bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst