Hewlêr (Rûdaw) - Diyardeyeke xwazeyî ya metirsîdar ji ber guherîna keşûhewayê li vê derê li Deryaya Mirî ya Urdinê derketiye holê. Her diçe hejmareke zêdetir a çalên kûr û mezin li nêzîkê deryayê çêdibin, ku wek nizimtirîn cihê ser rûyê zemînê tê hesabkirin.
Çal bûne sedema herifîna hejmarek zêde ya xanî, kargeh û rêyan. Herwiha bûne asteng li ber veberhênanê li wê navçeya geştyarî ya Urdinê. Pisporên jîngehê dibêjin, herifîna zeviyê ji ber daketina asta ava deryayê ye ku salane 1.4 metre dadikeve.
Fethî Huweymlî, çalakvanê jîngehê dibêje, “Sedema serekî ya van çalan kêmbûna asta ava Deryaya Mirî ye ji ber derbasbûna ava şêrîn di jêr çînên xwêyî de, ku wiha kiriye çînên xwêyî biwerin. Çal berdewam zêde dibin, ew jî ji ber guherîna keşûhewayê, bilindbûna pileya germê û herwiha ji ber ku qerax li vê derê gelekî germ in.”
Çêkirina bendavan li ser wan çemên dirijin nav Deryaya Mirî bo rizgarbûna ji bêaviyê, herwiha hebûna çend kargehan li ser rihê deryayê, bûne sedema biçûkbûna deryayê.
Seed Ebû Hebûr, pisporê çavkaniyên avê dibêje, “Rûberê wê pêş 25 heta 30 sal berî niha 900 kîlometre dûca bû, lê niha kêm bûye bo 600 kîlometre dûca. Çiqasî ava deryayê kêmtir jî bibe, derzên zêdetir û çalên zêdetir û nû çêdibin.”
Deryaya Mirî 50 kîlometre dirêj dibe, 429 metre kûr e û ava wê wek ava herî şor a deryayên cîhanê tê hesabkirin. Li gor amarên fermî, ji sala 1960an ve û heta niha, yek li ser sisiyê ava xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse