Hejmarek bank û sazî pêbendê guherîna keşûhewayê dibin

04-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek bank û saziyên darayî ku ji sedî 40ê serweta cîhanê pêk tînin, soz dane pêbendê rawestandina şewitandina maddeyên xam bin li kargehên xwe bo kêmkirina gazên ku zerarê dighînin jîngehê.

Du çavkaniyan ji Ajansa Reutersê re gotine, ew pêbendbûn di Konferansa Rêkeftina Keşûhewayê ya Glasgowê de hatiye ragihandin, ew saziyên darayî ku 130 trîlyon dolarên wan hene, soz dane di hewldaneke hevbeş de şewitandina maddeyên zerarbexş bo zêdekirina berhemên xwe rawestînin.

Hevdem tê çaverêkirin ku îro Pêncşembê 4ê Mijdara 2021ê 19 welatên din di Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Glasgowê de soz bidin, heta 2022ê hevkariya darayî ya projeyên xwe nekin ku bi sotemeniyê kar dikin.

Armanca serekî ya Lûtkeya Glasgowê garantîkirina sozên welat û saziyan e daku gazên zerarbexş bo jîngehê kêm bikin ku ji komir, petrol û gazê tên berhemanîn, ev jî bo wêya pileya germeya ser zemînê di 1.5 pile de bihêlin.

Zanayan hişyarî dane ku eger bi awayê niha kargeh û welatên cîhanê li ser belavkirina gazên zerarbexş bi nav jîngehê de berdewam bin, wê demê heta dawiya vê sedsalê pileya germê ya ser zemînê digihe 2.7 pile.

Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ji 31ê Cotmeha îsal ve destpê kiriye, di dema wan herdû hefteyên lûtkeyê de, metirsiyên guherîna keşûhewayê û çareserî tên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst