Serkirdeyê Partiya Brexit a Brîtanyayê: Trump dibe serokê Amerîkayê

04-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Partiya Brexit a Brîtanyayê Nigel Farage dibêje, tişta niha di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de tê dîtin serkeftina Berbijêrê Komariyan Donald Trump e.

Derbarê hilbijartina serokatiya Amerîkayê û eşkerebûna beşekî encamên wê hevrikiyê de, Farage got, careke din Trump medya û saziyên rapirsiyê ecêbmayî hiştin û berevajiya pêşbîniyên wan di hilbijartina serokatiyê de biser ket, lê hê bi tevahî nepiştrast in.

Farage dibêje, amaje ber bi wê yekê ve diçin ku Trump bikaribe dengê zêdeyî 270 endamên Encûmena Hilbijartinê bidest bixe û bo cara duyem bibe serokê Amerîkayê.

Hê 5 wilayet mane yekalî bibin, lê Trump li gor encamên destpêkê li her pênc wilayetan jî li pêş hevrikê xwe Joe Biden e û bi birina wan wilayetan dikare dengê tam bidest bixe daku cara duyem bibe serokê Amerîkayê.

Farage ku berê serokê Partiya Serbixwe ya Brîtanyayê bû û yek ji wan kesan bû ku piştgiriya derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê dikir, yek ji wan siyasetmedarên Brîtanya ye ku wek piştîvanekî Trump tê naskirin.

Farage berî hilbijartinê jî, gotibû Trump dikare li wilayetên ne cîgir wek Florida û Georgia serkeftinê bidest bixe. Sala 2016ê Donald Trump çend roj piştî birina hilbijartina serokatiya Amerîkayê, daxwaz ji Serokwezîra Berê ya Brîtanyayê Theresa May kiribû ku Nigel Farage bike balyozê Brîtanyayê li Amerîka û gotibû Farage dikare karekî mezin bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst