Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê hilbijartina serokatiya Amerîkayê de Australiyayê ragihand ku ne girîng e kî dibe serokê Amerîkayê, ew tişteke bi xelkê Amerîkayê ve girêdayî ye, lewra encama dengdanê her çi be, peywendiyên wan ligel Amerîkayê bihêz dimînin.
Wezîra Derve ya Australiyayê Marise Payne di civîneke çapemeniyê de got: “Ne girîng e encama dengdanê çi dibe, ev tişteke xelkê Amerîkayê biryar dide, lê peywendiyên Australyayê ligel Amerîkayê peywendiyên kûr in û çendîn sal berdewam in.”
Payne got: “Em îsal 80êmîn salvegera peywendiyên dîplomatîk ên navbera Amerîka û Australiyayê dikin û ew peywendî jî bihêztir û bihêztir dibin.” Axaftinên Wezîra Derve ya Australyayê di demekê de ne ku niha encama dengdana hilbijartina serokatiya Amerîkayê yekalî nebûye û proseya cudakirina dengan berdewam e.
Duh Sêşemê hilbijartina serokatiya Amerîkayê hat lidarxistin û cudakirin û hejmartina dengan jî berdewam e. Li gor encamên destpêkê ku heta niha hatine belavkirin, hin wilayet ji bo Joe Biden û hin wilayet jî ji bo Donald Trump yekalî bûne.
Biden îro di axaftinekê de ragihand, em dê vê hilbijartinê bibin û Trump jî di gotarekê de li Koşka Spî ragihand, “me serkeftineke mezin bidestxistiye, lê dixwazin dengan bidizin”, weke amajeyekê bo tometbarkirina Demokratan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse