Trump: Em serkeftin û emê ahengê bigêrin

Donald Trump, serokê Amerîkayê û berbijêrê Komariyan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, serkeftina xwe di hilbijartinan de ragihand û ji alîgirên xwe re got, “em amade ne bo gêrandina ahengê.”

Trump di gotarekê de bo alîgirên xwe li Koşka Spî got: “Em amade ne bo gêrandina ahengê û li piraniya cihan em serkeftine, encamên îşev me dîtin ku gelek baş bûn, me karî biserkevin û yekane tişt ku mabe em bikin, ev e ku am hengê bigêrin.”

Trump spasiya hemû wan kesan kir, ku piştevanî lê kirine û tirsa xwe li egera saxtekariyê di hilbijartinan de anî ziman û got: “Emê li beramber wan kesan rawestin ku dixwazin dengê me ji xwe re bibin.”

Berî wê gotara xwe jî, Trump li ser twîtera xwe gotibû, Demokrat dixwazin dengan bidizin û ew qet rê nadin ku tiştekî wisa çê bibe.

Donald Trump amaje bi serkeftina xwe li çend wilayetan kir û ragihand, serkeftina li Floridayê  ji bo wî çaverêkirî bû û diyar kir, “li Ohio ya mezin û li Texasê me bir, li Texasê bi 700 hezar dengan em li pêş in, li Georgia jî em serketine, li North Carolina jî bi 2.5 xalan em li pêş in, ku dike sedan hezar deng, niha çavê me li Arizona ye.”

Weke Trump bi xwe jî dibêje, egerek heye ku li Arizonayê li hinek cihan dengên trump kêm bibin û destnîşan kir, “lê em dizanin li Pennsylvania em serkeftî dibin, me 600 hezar deng zêdetir aniye li Pennsylvania, dengên me berovajî wan rapirsiyan in ku pêştir dihatin kirin û digotin, zehmet e em serkeftî bin, êdî niha temaşe bikin çi rû dide, li Michiganê jî em dê serkevin, min encamp dîtin û em gelek li pêş in û pêwîstiya me bi dengên din nîne.”

Trump di gotara xwe de behsa borse û bazaran jî kir û got: “Îşev me dê şeveke gelek mezin hebe, bazar dê bên vejandin û hûn bibînin.”